Çavkaniyek ji komîteya amadekar a konferansê ji Rûdawê re ragihand ku armanca sereke ya wê konferansê gotûbêjkirina pirsgirêkên dawî yên di navbera partî û rêxistinên kurdî de, bi taybetî, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) de.
Li gor heman çavkaniyê, wê konferans bangekê ji hemû aliyan re bişîne û ji wan daxwaz bike ku yekser şerê ragihandinê yê tund di navbera xwe de rawestînin, pirsgirêkên xwe di rêya diyalogê re çareser bikin û dawî li êrîşên li dijî kesayetiyên Kurd û biçûkirina wan bînin.
Konferans wê saet 6 piştî nîvro destpêbike.