Barzanî bi gotina “birayê ezîz” dest bi serxweşiya xwe kir û xemgîniya xwe bi wefata dayîka Berhem Salih, Ronak xanim anî ziman û diyar kir ku wefata wê ew xemgîn kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê her wiha got, ew hêvî dike ku ev dawiya xemgîniya malbata Berhem Salih be.