Serrûpel Nûçe Hewlêr: Bandeke sextekirina peran hate girtin

Hewlêr: Bandeke sextekirina peran hate girtin

Belav bike

Di vê derbarê de birêveberatiya asayîşa Hewlêrê ragehand ku hêzên asayîş û polîs yên Hewlêrê karîne bandeke sextekar û sextekirina pereyan li Hewlêrê binçav bikin.

Tevahiya endamên vê bandê welatiyên Kamerûnêne û xwedan pasporta Frensî ne.

Endamên vê bandê xwestin bûn li Hewlêrê de bi pereyeke gelek zêde ya sexte bazirganî bikin.

Ji aliyekî din ve jî hêzên asayîşê karîn ku tirimbîlek ku tê de dermanên sextet hatibûn weşartin binçav bikin û dest bi ser wan dermanan de bigirin. ktv