Serrûpel Nûçe Murat Karayilan ji Qendîlê hatiye bi dûrxistin

Murat Karayilan ji Qendîlê hatiye bi dûrxistin

Belav bike
Bi vê mebestê serkirdeyên PKK li Qendîlê civîneke awarte li darxistin û têde li ser lidarxistina Kongreya PKK hate axaftin.

Di derbarê kongreyê de, piraniya nêzînan ew bû ye ku di demeke nêzîk de çêbibe, lê belê hevserokê KCK Cemîl Bayîk li dij derketiye û gotiye ku niha ne dema li darxistina kongreyê ye, ji ber ku rewşa Kurdistan û herêm têde dijî, ne pir guncaw e.

Li ser rojavayê Kurdistanê hemû hesên ku beşdarî civînê bûne hemfikir bûne ku xeta 3 mîn biparêzin û rê nedin tu aliyan ku dest bavêjin rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên YPG-TEV DEM û PYD bi her awahî werin parastin.

Dûrxistina Murat Karayilan

Murat Karayilan, ku weke kesekî ji Abdullah Ocalan nêzîk tê naskirin, piştî civînê ji Qendîlê hatiye bi dûrxistin. Ew derbasî nava bakurê Kurdistanê bû ye. Her wiha grûpa ku nîzîkî wî, ji aliyê Cemî Bayîk ve ji konseya KCK hatine bi dûrxistin.

Cemîl Bayîk, kesên ku ji wî nêzîk in, nêzîkî serokatiya KCK kirine û wezîfeyên bilind dane wa.

Jêderên ku pir ji nêzîk ve rewşa ji nava KCK dişopînin dibêjin, ev kiryarên Cemî Bayîk, li xweşiya serokê PKK Adullah Ocalan naçin, û Ocalan dibîne ku Bayik hemû tişt bi xwe ve girêdaye û kesên din piştguh kirine, her wiha Ocalan bihîstiye ku Bayik li hinek cihan gotiye ku her tişt bi ya Îmralî jî nabe, ev jî bûne yek ji wan sedema ku Ocalan Cemîl Bayik bide aliyekî. Her wiha hinek caran daxuyaniyên Bayik bûne sedema ku pêvajo bikeve xeterê.

Kandîdê Ocalan ji bo ku cihê Bayik bigire, Alî Haydar Kaytan e.

Ali Haydar Kaytan, di nava PKK de weke heval Fûad jî tê naskirin. Ew yek ji wan kesane ku ligel Ocalan PKK ava kiriye. Her wiha edebiyatzanekî PKK jî tê naskirin, helbestan dinivisîne.

Ew ji Dêrsimê ye, malbata wî tev di nava PKK de ne.

Ev bi biryara PKK bi milîtaneke PKK bi navê Seher re (Cemile Merkit) re zewicî, ew ji sala 1982 li Swêdê dijî.

Birayê wê Yildirim Merkit, ku di sala 1980 de li Tirkiyê di zindanê de bû, piştî ku ji zindanê derket derbasî Romanyayê bû û li wir firinek vekir. Dibe 1985 be, li wir ji aliyê PKKê ve hat kuştin.

Heval Fuad di sala 1988 de li Almanya hate girtin. Di sala 1994 de serbest hate berdan. Piştre derbasî başûrê Kurdistanê bû, niha di serkirdayetiya KCK de ye.

Ocalan, ew gelek caran ji wezîfeyê xistiye, gelek caran ew ceza kiriye û ew gelekî bi xwe ve hatiye girêdan.

Gelek pirtûkên serokê PKK Abdullah Ocalan ji aliyê wî ve hatine nivîsandin.

Piştî girtina Ocalan, wî rihê xwe berdan û got heta ku Ocalan serbest neyê berdan ewê rihê xwe kur neke.