Serrûpel Nûçe Dixwazin Partiyên Kurdên Sûriyê li hev bînin

Dixwazin Partiyên Kurdên Sûriyê li hev bînin

Belav bike


 

Îro dûşemê, her yek ji, Dr. Kemal Kerkûkî, endamê politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) û Ehmed Kanî, berpirsê peywendiyên Niştîmanî, ligel şandeke ji Bakurê Kurdistanê ku pêkhatibû ji, parlamantar Mulkiye Bîrtene, Ebdulla Demîrbaş berpirsê konseya dîplomasî ya Kongireya Civaka Demokrat, Ozdel Uçer parlamantarê Wanê, Memed Dîmiz nûnerê HDPê, Şîlan Emîn Oxlo û Cemal Coşxûn nûnerên BDPê li bajarê Hewlêrê, civiyan.

 

Di destpêka hevdîtinê de, Dr. Kemal Kerkûkî bi germî bi xêrhatina şanda mêvan kir û tekez li ser yakdengî û piştivaniya hêzên Kurdî kir û cext li ser rêzgirtina îradeya kurdan li herçar perçên Kurdistanê div ê qonaxa nazik de kir.

 

Dr. Kemal Kerkûkî, endamê politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), derbarê Bakurê Kurdistanê, piştevaniya xwe ji bo pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê diyar kir.

 

Kerkûkî derbarê Kongireya Neteweyî jî diyar kir ku amadekariyên kongireya neteweyî baş çûye pêş û girînge bighê encamên xwe.

 

Dr. Kemal Kerkûkî di civînê de, derbarê Rojavayê Kurdistanê jî ragihand: “Em piştgiriyeke temam didin bidestanîna hemû mafên gelê Kurd li Sûriyê, bi wî awayî ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi xwe li biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û hemû alî bi azadî nêrîna wan hebe û rola xwe bibînin.”

 

Herwiha endamê politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), behsa piroseya firotina petrola Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku petrola xwe bifroşe û destûr em maf dayê û dê li ser firotinê berdewam be û ev piroseye di berjwendiya Kurdistanê de ye.

 

Ji aliyê xwe ve, Mulkiye Bîrtane, parlamantara Qarsê diyar kir: “Di dema amadekariya Kongireya Neteweyî de, hêzên Kurdî nêzîkî hevbûn, berdewambûn û encamdanî wî kongireyî dihêle helwîst û peyama gelê Kurd bighê hemû dinyayê û bibe bingehek ji bo ku aliyên siyasî piştevaniya hev bikin û Kurd bibin hêzek sereke li Rojhelata Navîn.”

 

Mulkiye Bîrtane herwiha diyar kir ku pêvajoya aştiyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û Qendîlê baş çûye pêş û herwiha behsa Rojavayê Kurdistanê kir û got: “Pêwîste em hemû yek bin û kes yê din piştguh nexe, em jî hatine ku şêwra xwe ligel aliyên Başûrê Kurdistanê bikin ji bona encamdana konfiransekê derbarê Rojavyê Kurdistanê li Enqere, ji bo vê yekê jî, em dixwazin ligel aliyên Rojava û opozîsyona Sûriyê û Hikûmeta Tirkiyê û Îranê jî behis bikin.”

 

Ji aliyê xwe ve, Dr. Kemal Kerkûkî, endamê politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand: “Hemû dibînin ku Herêma Kurdistanê gavên girîng avêtine û rola PDKê derbarê mafên netewa Kurd gelekî zelal û diyar e, lê her car em dibînin, êrîş tên ser PDKê, carekê bi henceta xendeqê, ku her kes dizane xendeq ji bona parstina herdu parçên Kurdistanê bû, çi Rojava û çi jî Başur, rêya yasayî di navbera herdu barçan de heye, lê hewlekî mezin hat dayîn bo têkdana rastiyan û digotin ew xendeq ji bona perçekirina Kurdistanê tê kolan, lê belê dîroka Partiya Deomkrat a Kurdistanê û kar û xebata wê niha û nêrînê wê bo pêşerojê bilind û diyar in.”