Serrûpel Nûçe Berdevkê DAIŞ Abu Omer ji Rûdawê re axifî

Berdevkê DAIŞ Abu Omer ji Rûdawê re axifî

Belav bike

Ebû Omer ku wek berdevkê DAÎŞê li Mûsilê xwe dide naskirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku şofêrên Kurd ên ku li Mûsilê hatine revandin dê bên darizandin.

Ebû Omer diyar kir ku eger ti têkiliyan wan şofêran bi hikûmeta Iraqê û Nûrî Malikî re tine be, dê bên azadkirin.

Berdevkê DAÎŞê li Mûsilê anî ziman ku ti niyeta wan tine ye êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.

Şeva borî 28 şofêrên kamyonan ku Kurd in, li nêzîk qeza Mexmûrê li parêzgeha Neynewayê ji aliyê çekdarên DAÎŞê ve hatin revandin.

Ew şofêr xelkê navçeyên Mêrdîn, Silopî, Riha û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê ne.

Temaşe bikin