Ji wî xwest ku keça wî bikeve nava şervanên YPJ (gerîlayên jin, di nava YPG de). Bavê keça 10 salî got, keça wî biçûk e, nikare çekê hilgire û ew nikare bi serê xwe biryarê jî bide. PYD ji vê bersiva wî ne razî bûn, aciz bûn û çûn.
Duh bi şev, dema ku malbat bi temaşekirina rêzefîlmekê re mijûl bûn, derî lê ket, keça wî Jolya çû derî veke, ew çû û venegeriya.
Dema ku dîtin keça wan venegeriya, çûn lê geriyan. Cîranekî got , şervanên YPG hatin ew û hevaleke wê ya 14 salî bi xwe re birin. Ew xistin otomobîleke VAN û bi xwe re birin. Malbata wê bang li hemû aliyan dike ku keça wan ya 10 salî vegerînin.
AVESTA KURD