Serrûpel Nûçe DAIŞ rêxistineke çawa ye çi dixwaze?

DAIŞ rêxistineke çawa ye çi dixwaze?

Belav bike

Çalakiyên wê ji Îraqê heta Sûriyê dirêj dikin.

Rêberê Rêxistinê Ebû Bekir El Bexdadî ye.

Avakirina DAIŞ

Ew di 15 meha 10 sala 2006 de, di encama civînekê de di navbera çend grûpên çekdar de, ku di heman bîr û baweriyê de ne, hate avakirin, di wê civînê de Ebû Omer weke rêber hate hilbijartin.
Piştre yekser li Iraqê dest bi çend êrîşan kir.

Piştî ku rêberê wê Ebu Omer El Bexdadî, roja 19 meha 4 sala 2010 hate kuştin, Ebu Bekir El Bexdadî cihê wî girt û bû rêberê DAIŞ.

Bûyerên Sûriyê:

Piştî ku bûyerên Sûriyê di sala 2011 de dest pê kirin, vê carê DAIŞ berê xwe da Sûriyê.

Heta niha beşekî mezin li Sûriyê, ji aliyê DAIŞ ve têne kontrolkirin, bi taybetî li parêzgeha Reqa, Dêrezor û Hesekê. DAIŞ di havîna 2013 de bi temamî dest danî ser Reqa û nav li wê kir Îmareta Reqqa.

DAIŞ weke rêxistineke gelekî tundrew tê naskirin, gelke kesên ji aliyê wê ve hatine girtin, serê wan hatine jêkirin û bi cesedê wan hatiye lîstin.

DAIŞ bi gelek çalakiyên intîharî jî rabû ye, yek ji wan êrîşa 29.09.2013 li dijî Asayîşa Hewlêrê.

Weke tê zanîn nakokiyên gelekî kûr di navbera DAIŞ û Rêxistina El Qaîde de heye, El Qaîde piştgiriya hemû çalakiyên DAIŞ nake. El Qaîde, Cebhet El Nusra weke şaxê xwe yê fermî li Sûriyê dibîne.