Serrûpel Nûçe “Di di nava 1-2 hefteyan her tişt zelal bibe”

“Di di nava 1-2 hefteyan her tişt zelal bibe”

Belav bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku rengê pêvajoya ‘krîtîk û hesas’ wê di nava 1-2 hefteyan de diyar bibe û got, “Di asta heyî de, çi di tûrikê AKP’ê de heye divê derxîne holê û bixe meriyetê. Naxwe her kes wê di rêya xwe de bimeşe.”

Di mijara kar û barên divê AKP bikin de Karayilan got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek ku bi musteşariyê bê çareserkirin nîne; pirsgirêkek ku ji çareseriya wê re kûraniyeke qanûnî û destûra bingehînî divê. Ji ber vê yekê qanûnîbûna pêvajoya muzakereyê êdî xûsûseke pêwîste.” 

Karayilan di rewşeke berevajî de tiştên bên jiyîn wiha bilêv kir:

“Wê rê li ber şerekî mezin û parçebûnê veke. Em ji vê derê gefê li kesî naxwin. Rastî ev e. Eger projeya yekitiya dilxwaz a Rêbertiya me destnîşan kir neyê qebûlkirin, wê parçebûn pêk were. Çareserî hatiye ber derî. Eger tu çareseriyê dehf bide û bi dek û dolaban serî li mijûlkirinê bide, wê ev yek bibe hewldanek ji bo pêkhatina karesateke kes naxwaze rû bide. Ji ber vê yekê di nuqteya heyî de divê her kes ciddî û bi berpirsyarî nêz bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan der barê rêveçûna pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de, ku bi deklarasyona Newroza 2013’an ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Karayilan da xuyakirin ku pêvajo hatiye qonaxeke gelekî hesas û krîtîk û destnîşan kir ku di nava 1-2 hefteyan de wê rengê pêvajoyê diyar bibe. Karayilan got, “Em di rojên welê de ne ku wê mijara ‘Bi rastî jî pêvajo wê veguhere çareseriyê û di çareseriyê de pêşketin çê bibe yan jî pêvajoyê bi temamî bi dawî bibe û pêvajoyeke nû ya berxwedanê ya cuda û berfirehê destpê bike’ zelal bibe.”

‘DI LÎTERATURA QANÛNÎ YA DEWLETA KOMARA TIRKIYEYÊ DE HÎNÊ GOTINA KURD NÎNE’

Karayilan bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya heta niha nîşanî pêvajoyê daye û anî ziman, ku hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha xwe nêzî derxistina ti qanûnê nekiriye. Karayilan got, “Di mijarên herî hêsan û sivik de jî qanûnan dernaxîne. Hînê di lîteratura qanûnî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê de gotina Kurd nîne; zimanê Kurdî nayê gotin. Di lîteraturê de weke ‘Zimanên din ên li derveyî Tirkî’ derbas dibe. TRT-6 ava bûye lê hînê çarçoveyeke xwe ya qanûnî nîne. Ji bo der barê Kurdan de, der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de qanûnan dernexîne, israr dikin.”

AKP MÎNA DIZAN HEWL DIDE LI DÛ XWE ŞOPÊ NEHÊLE

Karayilan destnîşan kir ku ev rewş li gel wan rê li ber gumanên ciddî vedike û di vê mijarê de ev nirxandin kir:

“Xuyaye naxwaze şopekê li dû xwe bihêle. Çawa ku dizek dikeve derekê û li dû xwe şopê nahêle, hikûmeta AKP jî ji sala 2009’an û vir ve behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dike, lê qanûneke ku di vî warî de şopekê bihêle dernaxîne. Ji xwe nabêje pirsgirêka Kurd, dibêje ‘pirsgirêka terorê’. Dibêje pêvajo baş birêve diçe, lê xwe nêzî derxistina qanûneke bi yek hevokê ya ji bo pêvajoyê nake. Ev yek nuqteyeke balkêş e ku nîşan dide di mijara çareseriyê de ne ji dil in. Ji ber vê yekê, eger di nuqteya heyî de êdî pêvajoya çareseriyê heye, eger rayedarên dewlet û hikûmetê behsa vê dikin, wê demê divê qanûnê derxîne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da zanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek ku bi musteşariyê bê çareserkirin nîne; pirsgirêkek ku ji çareseriya wê re kûraniyeke qanûnî û destûra bingehînî divê û got, “Her kes dizane pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye. Başe gelo ji bo vê pirsgirêka herî kûr û bingehîn çima qanûnek nayê derxistin? Çima di vir de bi biryardar helwesta redkariyê esas tê girtin. Ev rewş li gel me rê li ber fikar û gumanên ciddî vedike. Ji ber vê yekê derxistina qanûnan di qonaxa heyî de, mijareke bê wê nabe ye. Bi taybetî di vê mijarê de divê tevahiya raya giştî û gelê me zanibe; AKP tevî hemû gotinên xwe heta niha nêzîkatiyeke ji dil nîşan nedaye. Her tim bi mijûlkirin û hesabên hilbijartinê bi awayekî taktîkî nêzî bûye. Eger dibêjin ‘na ne welê ye’ bila fermo gavê biavêjin. Lewma qanûnîbûna pêvajoya muzakereyê êdî pêwistiyeke.”

‘DIVÊ MUZAKEREVAN XWEDÎ MERCÊN WEKHEV BIN’

Karayilan girîngiya mercên wekhev ên muzakerevanan destnîşan kir û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê sermuzakerevanê wan, divê bibe xwedî mercên wekhev.

Karayilan da zanîn ku divê mercên Rêberê Gelê Kurd ên ragirtinê bên guhertin, xwedî şêwirmend û sekreteran be û derfet bên afirandin ku karibe yekser bi rêveberiya tevgerê re têkiliyê deyne.

Karayilan da xuyakirin ku ji bo rêveçûna erênî ya pêvajoya muzakereyê pêwîste heyeteke çavdêr a serbixwe amade be û destnîşan kir ku eger hikûmta AKP xwedî niyeta çareseriyê ye, hewceye dawî li nezelaliyê bîne û nexşeya xwe ya rê diyar bike.

Karayilan bibîr xist ku ev xûsûsên ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîst, ev saleke ji aliyê Rêberê Gelê Kurd û tevgera wan ve bi her wesîleyê tên bilêvkirin û got, “Eger çareserî tê xwestin, şert e ev mijar êdî bikevin pratîkê. Divê her kes vê baş bibîne. Eger pêwistî bi tiştekî wiha neyê dîtin, eger bêjin ’emê vî karî bi diyalogên li ser piyan çareser bike’ evê were wateya israra di polîtîkaya mijûlkirin û tinekirinê de.”

‘HÊZÊN DEWLETÊ XWE BI AWAYEKÎ VEKIRÎ JI BO ŞEREKÎ AMADE DIKIN’

Karayilan da xuyakirin ku hêzên dewletê bi awayekî vekirî xwe ji bo şerekî amade dikin û got, “Ji bo şerê navxweyî çi pêwîst be, kîjan amadekarî pêwîst be, ew tên kirin. Ne tenê qereqol, lez dane çêkirina baregehên leşkerî û qereqolan. Di çarçoveya ji nû ve dagirkirina tevahiya Kurdistanê de, qereqol û rêyên leşkerî tên çêkirin. Ji bo binavkirina xwezaya Kurdistanê, bi armancên leşkerî projeyên bendavê tên çêkirin. Ti ji van projeyan nehatine betalkirin. Eger pêşî lê neyê girtin wê Kurdistan di binê avê de bimîne. Yanî dewlet amadekariyên tinekrina raperîna Kurd a hemdem dike.”

BERXWEDANA LICEYÊ MÎNAKA LEHENGIYÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a li hemberî qereqol, kalekol û bendavan têkoşîneke gelekî giranbuhaye û di vî warî de berxwedana Liceyê destnîşan kir.

Karayilan ev nirxandin kir: “Gelê Liceyê yê leheng, di destpêkê de par ciwanê me yê bi navê Medenî Yildirim şehîd da. Di vê mijarê de helwesteke biryardar û giranbuha nîşan da û heta roja îro berxwedana xwe dewam kir. Pêngava gelê Liceyê û ciwanên Kurdistanê îro da destpêkirin, li gelek deverên Kurdistanê vegeruherî berxwedanekê. Berxwedana gelê me ya li Lice, Meskan û gelek qadên din ên Kurdistanê ji bo kifşkirin û protestokirina amadekariyên şer, berxwedaneke çareseriya demokratîk, aştî, demokrasî û azadiyê ye. Di çarçoveya neteweya demokratîk de têkoşîna parastina biratiya gelan e. Ji ber vê yekê gelekî bi qîmet e. Di vê oxirê de gelê me yê li Liceyê Ramazan Baran, Bakî Akdemîr û Ayhan Nazlier şehîd daye. Wekî din gelek birîndar daye. Di berxwedana xwe ya bi fedekariya mezin de, mînakên lehengiyê nîşan daye.

Ev berxwedana ji Liceyê destpê kir pêl bi pêl li qadên cuda yên Kurdistanê, ji Kanîreşê heta Gimgimê, ji Gimgimê heta Geverê, ji Şaxê heta Cizîrê belav bû û li metropolan jî çalakiyên piştgirîdayînê hatin lidarxistin. Herî dawî berî çend rojan, di xwepêşandaneke bi armanca destekdayîna berxwedana Liceyê de li navçeya Edene Seyhanê, ciwanekî gelekî bi qîmet û giranbuha yê Kurd Îbrahîm Aras şehîd ket. Em ji tevahiya malbatên van şehîdên xwe û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku emê berxwedan û bîranîna van şehîdên xwe, di têkoşînê de bi rewşeke hêjayî wan bidin jiyîn.”

PROJEYA ÇARESERIYÊ YA AKP’Ê FORMULEKE ASÎMÎLASYONÊ YE

Karayilan da xuyakirin ku projeya hikûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di esasê xwe de neçareserî ye û destnîşan kir ku projeya AKP’ê, formuleke asîmîlasyonê ya nermkirî û li demê belavkirî ye.

Karayilan bal kişand ser rêbaza AKP’ê ya pênasekirina pirsgirêka Kurd û anî ziman ku gotina ‘çareseriya pirsgirêka terorê’ gotineke bê bingeh û vala ye. 

Karayilan diyar kir ku rastî ne bi wî rengî ye û got, “Li ber serê me DAIŞ heye, her roj hovîtiyê dike. Bi tenê di rojekê de gule li 1700 mirovan reşand û bi hovane qetil kir. Tuyê rabî ji vê re bêjî ‘endamên DAIŞ’ê, lê ji tevgera ku li hemberî zilm û hovîtiyê ji bo ziman, çand û hebûna xwe li ber xwe dide bêjî ‘terorîst’. Ma ewqasî jî dibe? Na. Li holê teror meror nîne. Li holê; li dijî terora dewletê berxwedana mirovahiyê ya bi vîna cewherî ya gelê Kurd heye. Ev berxwedan pîroz e. Berxwedaneke herî însanî ye. Şertê însanbûyînê ye. Hûn rabin bi navê ‘çareseriya pirsgirêka terorê’ qanûnê jî derxînin, evê bêwate bibe.”

‘MIRIN LI SER KURDAN BÊ FERZKIRIN WÊ ŞER Û PARÇEBÛN RÛ BIDE’

Karayilan ragihand ku divê êdî dewleta Tirk û hikûmeta AKPê vê rastiyê bibîne û qebûl bike got, “Niha Iraq dikele, Sûriye dikele, parçeyên din ên Kuristanê dikelin. Qada şer e. Di van şert û mercan de hûn nikarin tepisandin û mirineke li demê belavkirî li ser parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ferz bikin.”

Karayilan da xuyakirin ku eger ev yek were ferzkirin wê rê li ber pevçûneke mezin û parçebûnê vebe û ev xal destnîşan kir:

“Em ji vir gefê li kesî naxwin. Rastî ev e. Eger projeya yekitiya dilxwaz a Rêbertiya me destnîşan kir neyê qebûlkirin, wê parçebûn pêk were. Çareserî hatiye ber derî. Eger tu çareseriyê dehf bide û bi dek û dolaban serî li mijûlkirinê bide, wê ev yek bibe hewldanek ji bo pêkhatina karesateke kes naxwaze rû bide. Ji ber vê yekê di nuqteya heyî de divê her kes ciddî û bi berpirsyarî nêz bibe.”

ÇARESERÎ NEBE, HER KES WÊ BERÊ XWE BIDE RÊYA XWE

Karayilan diyar kir ku gelê Kurd û tevgera azadiyê ya Kurd êdî li benda gavên berçav ji dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ye destnîşan kir ku banga KCK’ê ya dawî hat kirin, ji bo xurtkirina vê bingehê bû.

Karayilan da zanîn ku eger di vê mijarê de gaveke pratîkî neyê avêtin û ewê nekevin nava bendewarî û baweriya ji AKP’ê û got, “Ji ber ku me heta niha gaveke berçav a ku baweriyê bide me, ji AKP’ê nedît. Qanûneke bi vî rengî derneket. Gaveke pratîkî ya bi gotina ‘Ezê vê pirsgirêkê çareser bikim’ nehat avêtin. Ji ber vê yekê eger bi rastî jî biryareke hikûmet û dewletê ji bo çareseriyê hebe, divê ev biryar di nava hefteyek-du hefteyan de derkeve holê. Asta heyî krîtîk û hesas e. Qonaxa rêveqetînê ye. Em dixwazin vê pirsgirêkê li ser bingeha diyaloga Rêbertiya me afirandiye bi muzakereyê çareser bikin. Di rewşa heyî de çi di tûrikê AKP’ê de heye divê derxîne, bixe prartîkê û bicih bîne. Naxwe her kes wê berê xwe bide rêya xwe. Weke tevger emê êdî nekevin pozîsyona mijûlkirinê û emê vê qebûl nekin.”

HÊZÊN GERÎLA JI HER DEMÊ BÊTIR XURT IN, JI REWŞÊ RE AMADE NE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku hêzên gerîla alîgirên çareseriya demokratîk in û niha ji her demê bêtir xurt in.

Karayilan diyar kir ku eger çareserî nebe, gerîla ji her asta şer û berxwedaneke mezin re amade ye û destnîşan kir ku gelê Kurd biryardar e rêveberiya xwe ya xweser ava bike. 

Karayilan got, “Îro xweserî ji Kanadayê heta Amerîka, ji Amerîka heta Ewropa, ji Ewropayê heta Hîndîstanê, ji Hîndîstanê heta Çînê, ji Çînê heta Rûsyayê li çar aliyên cîhanê weke formula bingehîn a jiyana bi hev re ya neteweyê cuda, çandên cuda tê jiyîn. Yekane formula jiyana bi hev re ya gelên Kurd û Tirk, li ser bingeha neteweya demokratîk xweseriya demokratîk e. Divê êdî dewleta Tirk vê bibîne û qebûl bike.” (ANF)