Serrûpel Nûçe “PYD di zindanan de girtiyan îşkence dike“

“PYD di zindanan de girtiyan îşkence dike“

Belav bike

Rêxistina ku raporta xwe bi manşête wiha dest pê dike: Binpêkirina Mafên mirovan li herêmên di bin destê PYD de, girtin, îşkencekirin û mehkememirina ne adîlane û çekdarkirina zarokan, diyar dike ku PYD 3 herêmên Kurdî li bakurê Sûriyê îdare dike û li wan deveran girtinên bêserûber, binpêkirinên mafên mirovan, binpêkirinên yasayê pêk tîne û nikaribû li hember kuştin û wendakirin û revandina xelkê derkeve.

Raport wiha berdewam dike: PYD ku berdewama Partiya Karkerên Kurdistanê ye, ji dema derketina hêzên rêjîma Sûriyê ji wan herêman di sala 2012, hakimê desthilatdar yê her sê herêmên Kurdî ye, PYD li wan deran îdareyeke herêmî ava kiriye, zindan, dadgeh û hêzên polîsan îdare dike.

Raport ji 107 rûpelan pêk tê, girtin û îşkencekirina siyasetvanên ku siyayseta PYD qebûl nakin û mafê wan di dema girtinê de têne binpêkirin, kiriye dokument û belav kiriye.

Li gor raportê rêxistina navdewletî PYD zarok çekdar kirine û xistine nava hêzên xwe yê eskerî YPG yan jî Apocî.

Di derbarê raportê de, cîgirê rêveberê beşê Rojhilata Navîn, û bakurê Efrîqa Nedîm Horî dibêje, herêmên Kurdî li gor herêmên din yên Sûriyê ku şer ew perçe kirine, hêmin e, lê belê binpêkirinên pir metirsîdar li wan deran hene, PYD jî li deverên Kurdî xwediyê destelatê ye, eger bixwazin dikare wan binpêkirinan rawestîne.

Her wiha raport radigihîne ku PYD di meha Kanûnê de, li Efrîn, Kobanî û Cizîrê rêveberiyên xwe ava kirin û yasa jî çêkirin.

Di raportê de hatiye, PYD rê da ku Hiyoman  Rayts Waç biçe serdana herê deverên di bin destê PYD de, lê belê ji ber sedemên ewêekariyê dikaribû tenê Cizîrê ziyare bike, dikaribû biçe serdana  2 zindanan û hevdîtina ligel hinek girtiyan pêk bîne, rêxistin gihişte wê baweriyê ku hinek kes ji partiyên opozîsyonê ku siyaseta PYD qebûl nakin ji aliyê asayîşa PYD ve hatine girtin û gelek kes bi  sûcê teqînan hatine girtin û bi şêweyekî ne adilane hatine mehkemekirin. Kesên hatine girtin ji şanda rêxistinê re gotine ku asayîşa PYD nahêle ew bi parêzerên xwe re bikevin pêwendiyê û demeke dirêj di nezaretê de mane, berî ku derkevin pêşberî dadwer.

Raporta rêxistina navdewletê ya mafên mirovan, dibêje di nava 2 sal û nîvan de, 9 kesên ku opozîsyona PYD bûn, hatine kuştin, û wendakirin, PYD xwedî li wan bûyeran derneket, her wiha nikaribû lêpirsîneke cidî jî li ser wan bûyeran çêbike, berovajî wê yekê, hêzên PYD dest bi girtina bi kom kirin.

Raport her wiha diyar dike ku hêzên eskerî yên PYD, YPG şerê çekdarên grûpên Daiş û Cebhet El Nusra dike.

Hinek girtiyên di zindanên PYD de, ji rêxistina navborî re gotine ku ew li zindanê ji aliyê asayîşê ve hatine îşkencekirin, û kesên ku ew îşkencekirine nehatine muhasebekirin.