Serrûpel Nûçe Rojane 30 hezar kes dibin penaber

Rojane 30 hezar kes dibin penaber

Belav bike


Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Antonio Gutteres destnîşan kir ku hejmara penaberan ji zêdebûnê wêdetir ‘teqînekê’ dijî.

Tê ragihandin ku dibe ku di daneyên li ser hejmara penaberan de kêmasî hebin. Heta sala 2011’an ji ber şerên navxweyî yên li welatên weke Somalî, Afganîstan û Komara Kongo ya Demokratîk pêkan bû ku hejmarên rastîn bê tespîkirin. Lê belê bi şerê navxweyî yê di sala 2011’an de li Sûriyeyê xwe da der re, êdî ev zêdebûna hejmara penaberan bi zelalî nayê tespîtkirin.

Komîserê NY Antonio Guterres diyar kir ku hejmara penaberan ji nişka ve zêde bûye û sedema vê yekê jî weke krîz û şerên zêdeyî yekê nîşan da. Guterres da xuyakirin ku li gel zêdebûna şer û krîzan, çaresernekirina şerên beriya niha karê NY zehmet dike û destnîşan kir ku NY di pêşîgirtina li krîzan yan jî di çareseriya lezgîn de rol nelîstiye û hunera wê ya di vî warî de kêm e.

Ji 51 mîlyon mirovên li derveyî xaka lê ji dayik bûne dijîn, 11 mîlyon jê di sala 2013’an de mexdûr bûne. Ev yek jî tê wê wateyê ku rojane 30 hezar kes neçar dimînin xaka xwe biterikînin. Di sala 2011’an de ev hejmar li derdora 14 hezarî bû. Ji ber dagirkeriya DAIŞ’ê ya hefteyên bihurî li Iraqê destpê kir, tê payîn ku ev hejmar di sala 2014’an de zêdetir bibe.

JI SEDÎ 86 Ê PENABERAN LI WELATÊN BI PÊŞ DIKEVIN E

Li gorî daneyên NY, beşeke mezin a kesên di statuay penaberiyê e ne yan jî xaka xwe terikanein, li welatên di warê aborî de li paş mane yan jî bi pêş dikevin, dijîn. Ji ber şerên li welatên Afrîkayê penaber bi giranî xwe li welatên cîdan digirin, ji ber şerên li Afganîstan û Sûriyeyê jî bi mîlyonan penaber neçar man birevin welatên weke Pakîstan, Îran, Urdun û Tirkiyeyê. Lê belê piraniya van penaberan li kampên ji aliyê tenduristiyê ve xwedî mercên nebaş tên ragirtin û ne di nava yên bi awayekî fermî serlêdana penaberiyê kirine de cih digirin.

Welatên pêşketî jî, hem ji ber ji aliyê aliyê cografîk ve dûrî herêmên lê krîz hene, hem jî ji ber helwestên wan ên xemsar û giran ên di mijara wergirtina penaberan de, bi şens in. Ji ber krîza li Sûriyeyê bi mîlyonan mirovan xwe li welatên cîran girtin. Hejmara penaberên xwe li Almanyayê girtin jî 31 hezar e. Almanyayê herî dawî biryar dabû ku kontenjaneke zêde ya 10 hezar penaberî werbigire.

Hat ragihandin ku di sala bihurî de li gelemperiya cîhanê zêdeyî 1,1 mîlyon bi giranî li welatên pêşketî serlêdana penaberiyê kirin. Di vê hejmarê de serkêşiyê Almanya dike kud i sala bihurÎ de 109 hezar kesî serlêdana penaberiyê kirin. Li DYA 84 hezar, li Afrîka Başûr 70 hezar û li Fransayê jî 60 hezar kesî serlêdana penaberiyê kirin. (ANF)