Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ji Tora Medyayî ya Rûdawê ragihand ku “Tirkiye çavên xwe berdaye petrola Kurdan û ji bo ji vê petrolê sûdê werbigre dê her tiştî qebûl bike”.
Altan Tan bi bîr xist ku Kurd bi hezaran sal in dixwazin bi Faris, Tirk û Ereban re bi awayekî biratî bijîn, lê ew gel Kurdan qebûl nakin û daxwaza Kurdan a sereke federasyon an jî konfederasyoneke dadperwer û wekhev e.
Parlamenterê Kurd Altan Tan herwiha got ku “Eger ew jî neyê qebûlkirin wê çaxê li pêşiya Kurdan ji xeynî ragihandina Kurdistana serbixwe ti rê namîne û Tirkiye jî dê ji bo petrola Kurdan dewleta Kurdan qebûl bike”. Rûdaw