Turk da xuyakirin ku Kerkûk ji bo kurdan çi be, divê Kobanê jî heman tişt be.
Turk bang li PDK û hemû rêxistinên kurdan kir ku cudahiyên xwe yên îdeolojîk û siyasî deynin aliyekî û destekê bidin berxwedana Kobanê.
Ahmet Turk wiha got: Eger rewşa min a tenduristiyê baş bûya û emrê min ciwan ba ezê biçûbama Kobanê, û li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên kujer, minê şer bikiriba.”
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku divê çalakiyên li Bakurê Kurdistanê êdî di sînorê daxuyaniyên çapemeniyê de nemînin û divê her kes di parastina Kobanê de cih bigire.
Turk herî dawî got “Kobanê Kerkûk e, Kerkûk Kobanê ye” û bang li tevahiya kurdan kir ku di nava feraseta yekîtiya neteweyî de bi hev re li ber xwe bidin. Rûdaw