Piştî xebateke demdirêj, fîlm gihişte ber destê raya giştî.
Derhêneriya fîlmê Akif Hesen kiriye û ew ji alyê Productiona RonîFîm ve hatiye derxistin.
Fîlm li Almanya û Kurdistanê hatiye kişandin.
Di fîlmê de, şahidên zindana Diyarbekirê, yên ku têde bi salan hatine girtin, îşkencekirin, zilm û zor dîtine, hinek ji wan felc bûne, hinekan çavên xwe wenda kirine, hinekan li ber çavên wan bav û dayîk hatine îşkencekirin, hemû eşkere û vekirî diaxifin û wan rojan tînin bîra xwe.
Fîlm rastiya zindana Diyarbekirê di salên 80 de pêşkêş dike. Ew belgefîlmeke hêjayî temaşekirinê ye.