Serrûpel Nûçe Dibe ku Hêro Talabanî ji YNK were derxistin

Dibe ku Hêro Talabanî ji YNK were derxistin

Belav bike

Di nava YNK de nakokî li ser 2 navan hene, yek ji wan Dr. Berhem Salih e, yê din jî Dr. Necmedîn Kerîm e. Polîtbîroya YNK li ser wê mijarê civiya, lê bê encam derket.
Kandîdê YNK ji bo wê postê, Dr. Berhem e, lê hevsera Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed, li derveyî polîtbîroyê Dr. Necmedîn Kerîm dike kandîd û serkirdayetiya YNK li ser vê yekê nerihet e.
Berpirsiyarekî YNK ji malpera erebî Îlaf re got, cîgirê sekreterê giştî yê YNK Kosret Resûl gelekî aciz bû ye û gotiye eger ku Hêro xanim li ser wan tevlîheviyan îsrar bike, dibe ku ew ji nava YNK were derxistin jî.
Hêro Îbrahîm Ehmed, keça Îbrahîm Ehmed e, hevsera Celal Talabanî ye û diya cîgirê serokwezîrê Kurdistanê Qobad Talabanî ye û endama Polîtbîroya YNK ye û gelek dezgeh û saziyên medyayî di destê wê de ne. 

AVESTA KURD