Qiziltepe warê şermê
Kesên êrîşî kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê li Qiziltepe kirîn slogana „Rojava Direniş-Brexwedana Rojava“ davêtin.
Rast e, berxwedana Rojava ev e. Ji bo PKK berxwedan êrîşa li ser kurdan e. Di pisîkolojiya PKK de kesên ku Rojavayê Kurdistanê berdayîn tev revok, tev xayîn û tev dijmin in. Lewma heq kirine ku li ser wan êrîş werin kirin.
Van kesan, van hovan ev yek bi serê xwe nekirine. Ev yek baş hatiye tevgerkirin, ji bo tirsê bikin dilê penaberan û rê nedin wan hewildanên siyasî bikin, rê nedin wan xwedî nêrîn û helwest bin.
Desthilatdariya PKK-PYD li ser tirsê tê avakirin. Tenê kesên tirsonek û ji xwe nebawer tirsê wek aletekî siyasî bikar tînin.
Ji bo bêdengkirina vî miletî PYD çi kir çi nekir! Meşal Temo, Ahmed Bonciq, Mala Bedro, axayê şoreşê-Ciwan Qutne, Welat Hiskî û, û, û… Bi kuştinê, revandinê û lêdan û îşkencekirinê PYD xwest rihê wêrektiyê di gel de vemirîne. PKK ev yek li bakur kiribû û bi vê yekê serketibû. Li Rojava, xwîşka wê di heman riyê de ye.
Bûyera Qiziltepe mirov ji qurm dihejîne. Dihêle mirov hezar caran ji xwe pirs bike: Gelo min di nav vê rêxistinê de xebat kir? Ez bûm alîkar ku ev tevger mezin bibe? Mirov lanetê li xwe dike. Mirov ji xwe nefret dike. Mirov dibêje nexweziya wê roja ez ketîm nav vê hereketê.
Ev rêxistin bela serê kurdan e, kelêmê çavê me tevan e, penceşêra di hinavê Kurdistanê de ye.