Biçek dîrokên wana kî bixwaze lêbikole, derewên wana jî dikarin di nava sanîyekî de derêxênin. Vêca hema li ser lewazbûna pêşmerge, niha ve dixwazin kêf bikin û lotikan bavêjin û ji valatîyê, ji xwe re derfetan çêbikin û miletê me bixapênin. Hûn pêwîste bizanibin ANF û layengirên wan; bi zimanê biyanîyan û bi taybetî jî tirkîyane, hûn çiqasî jî kêfa xwe bikin, lotikan jî bavêjin bê çareye û dem ne dema berê ye derewên we zû keşif dibin û hûnê di nav derewên xwe de bixeniqin wekî çawa we li ser hendeqan xwe diteqand û piştre hûn ketin di nav bêdengîyekî kûr, Eger hûn kurdbin û ji kurdbûyîne hez dikin, pêşya hemû tiştan dev ji derewên xwe berdin û nûçeyên rast û daxûyanîyên dostane li gel miletê me re parve bikin û ew xeberên we en zêde di nava du rojan de yê deşîfre bibe û hûn ê dîsa bikevin xewekî kûr heta ku derfetek nû ji we re peyda bibe.
01.08.2014
Sultan Arslan