Serrûpel Nûçe Partiyeke Rojhilatî jî pêşmergeyên xwe şand Şingalê

Partiyeke Rojhilatî jî pêşmergeyên xwe şand Şingalê

Belav bike

Hat zanîn, PAKa Rojhilatê Kurdistanê 200 pêşmergeyên xwe bi fermandehiya alîkarê serokê giştî yê partiyê Husên Yezdanpenah şandiye Şingalê ji bo parastina kurdên êzîdî li hember çekdarên DAIŞê.

Alîkarê serokê giştî yê PAKê Husên Yezdanpenah ev yek ji Rûdawê re piştrast kir û got, me ev di çarçoveya stratejiya nû ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şerê li dijî DAIŞê de avêtiye.

Yezdanpenah her wiha eşkere kir, wan derdora 600 pêşmergeyên xwe jî amade kirine ku eger pêwîst bû dê wan bişînin eniyên şer. Rûdaw