Bûyerên van rojên dawî, ku ji Şengalên tên, hema şadetîya yê yekê didin: êzîdî têne qirê, lê cîhan bê denge!..
Çeteyên musulmanên têrorîst yên DAIŞ`ê wek gurên sibatêye har eva çendeke herêma Şengalê kirine gola xwînê, wê xirab û wêran dikin…
Bêfitîya, em pirr xemgînin, bê çare û tengezarin û nizanin çi bikin û çi rêyê xwera derxin. Û di vê rewşa jîyîn-mirinê, mayîn-nemayînê, hebûn-tûnebûna êzîdîyan da dibê em çi bikin?
Berî bersiva vê pirsê bidin, dibê em çend pirsan bidine serokvanîya Herêma Kurdistanê, ku «balgîyê nerm» dida li ber serê êzîdîyên Şengalê, ew arxayîn dikir: «Metirsin, pêşmergene parazvanên we!..». Me jî bi dil û can dinîvîsî: «Her tişt jo bo pêşmergan, ewin roneya çavan!..».
Pirsa şermîyê tê tunebe, kanên ew 5 hezar pêşmerge, ku berî mehekê xwedê giravî devera Şangalê diparastin?
Piştî wê yekê, gava çeteyên musulmanên têrorîst ketine Musilê û ew zeft kirin, pêşmerge hêdî-hêdî Şengal vala kirin û xwe dane bereka Kêrkûkê. Çima berpirsyarîya pêşmergan nizanibû, ku sibê têrorîstên bikevin Şengalê? Ji ber ku Şengal devereke stratêjîke, di navbera Kurdistana başûr û Kurdistan rojava da wek pirake pola ye! Û ew pira pola îro di destê têrorîstan da ye… Başe?!
Berî çend mahan me dehe rewşenbîrên êzîdîyan nameke vekirî li ser navê seroketîya Herêma Kurdistanê rê kir û daxwezên xwe li ser pirsgirêkên Şengalê raber kir. Xalek jî ew pirsa pêşeroja Şengalê û bêqezîyabûna wê bû. Gelek malperên kurdî ew name çap kirin, xudanê van rêzan ew name bi destê xwe bi e-maila rêveberîya Herêma Kudistanê û parlamênta wê rê kir, lê heya niha em nizanin, gelo ew name wek dibêjin «gihîşte li ber destê xwey» yanê na? Heya niha jî em bendewarê bersiva wê nama xwe ne… Û duhu nivîskarê meyî hêja Eskerê Boyîk dîsa bi dilê xweyî sax û paqij namê dinvîse û li ser bûyerên Şengalê ji seroketîya Herêma Kurdistanê hîvî û reca dike, ku êzîdîyan ji qetilyamê biparêzên. Gelo dengê rêzdar Eskerê Boyîk li Hewlêrê wê bibhên?!..
Dîsa em dixwezin çend pirsa bidine seroketîya Herêma Kurdistanê. Pirsa etbê tê tunebe, kanên ew 600 xortên êzîdîyan, ku bi taybetî di akadêmîya leşkerî ya Herêma Kurdistanê da bi wê gumanê terbîyet û tore dibûn, ku wê sibê vegerne Şengalê û desteyên xweparstinê amade bikin?
Kanên ew çek û cebirxane, ku Herêma Kurdistanê bona xweparstinê gerekê bida êzîdîyên Şengalê?
Desteyên xweparstina Şengalê yên xurû ji gencên êzîdîyan ji bo çi heya dawîyê nehatine amedekirinê û sazkirinê?
Kanên sêrbaz û hêzên Herêma Kurdistanêye surî, ku di demê da li ser ta û benên têrorîstan venebûn û nizanibûn, ku ewê zûtirekê bavêjine li ser Şengalê?..
Raste, hinek çavkanî îro agahdarîyan didin, ku hêzên pêşmergan li hersê alîyan va li dora Şengalê girtine û berî musulmanên têrorist dane û xistine li nava bajêr, lê tirsa me ew tirse, ku heya pêşmerge bikevine bajêr, têrorîstên xwînxur koka gelê sîvîl–jin û zarokan, kal û pîrekan bînin…
Gelo em êzîdî ji bo çi nabine xudanpartî û hêzên çekdarî û mafên xwe naparêzin? Em qulixî ereban û tirkan, ermenîyan û gurcan, rusan û almanan dikin, lê qulixî gelê xwe nakin? Çiqas kadroyên me yên leşkerî îro hene, ku eskerên xelqê talîm-tore dikin, lê ji bo gelê xwe ew tiştekî nakin?..
Dibê van rojan hemû rewşenbîr, zanîyar û sîyasetmedarên me li kîjan welatî dibe, bila bibe, dengên xwe bilind bikin û qetilîyema Şengalê li cîhanê eşkere bikin!
Dibê gelê me li Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsyayê û Avropayê derkevne meşê û banga hewara Şengalê bikin û qetilîyema wê şermezar bikin!
Dibê dewlemend û bazirganvanên me barê komkirina alîkarîya madî di nava gel da ji bo Şengalê hildine li ser milên xwe!
Dibê rojname, kovar, ajansên nûçegerîyê, malper û têlêvîzyonên kurdî li ser bûyerên Şengalê rawestin, bangî birayên meye kurdên musulman bikin, ku destê biratîyê û alîkarîyê dirêjî êzîdîyên Şengalê bikin, pêneberan xwedî derkevin!
Lê dibê berî her tiştî hêzên Kurdistana başûr û Kurditana rojava yên çekdarî bi lezgînî îro bêne hewara Şengalê û wê ji destê dijmin derxînin. Ger îro Şengalê rizgar nekin, sibê wê gelekî dereng be, sibê Şengalê ji bo sernaser Kurdistanê bibe eybeke reş û giran, da ku ewê nikaribû namûsa xwe ji destê dijmin derîne û biparêze…
Prîskê Mihoyî.