Serrûpel Nûçe Petrola Kurdistanê dîsa ji bo derve hatine şandin

Petrola Kurdistanê dîsa ji bo derve hatine şandin

Belav bike

Li gor agahiyên  ku AA’yê ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî wergirtine, şeşemîn keştiya bi navê ‘M/T Phoenixan’ a ku 260 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê bibe bazara navneteweyî ji Ceyhanê bi rê ket. Der barê rêya ku keştî dê bi kar bîne û cihê ku dê biçiyê de agahî nehatin wergirtin. Heta niha ji 6 keştiyan yekê barê xwe gihande cihê ku biçe, 5 keştî jî hê li ser deryayê bêyî ku barên xwe deynin diçîn û tên.

Di vê navberê de ji Herêma Kurdistanê jî hinardekirina petrolê careke din dest pê kir. Li Ceyhanê ji ber depoya ji bo 2,6 milyon bermîlan tije bibû hinardekirina petrolê hatibû ragirtin. Lê roja yekşemê hinardekirina petrolê careke din dest pê kir. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ragehand ku rojane 75 hezar bermîl petrol tê hinardekirin.

Di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de herçiqas nîqaş û nakokî hebe jî, hinardekirina petrolê berdewam dike. Ji ber ku hikûmeta Iraqê gavên hiqûqî diavêje û Amerîka jî li hember firotinê derdikeve, Herêma Kurdistanê ji bo firotina petrolê zehmetiyan dikşîne. Bas