”Piştî ku, heftiya borî şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi endametiya wezîrê navxwe, wezîrê darayî, wezîrê pilandananê û wezîrê saxlemiyê serdana wîlayeta Duhokê kir, civata balaya neft û gazê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku, 15 milyon dolar ji dahatiniyê neftê ji bo pêdawîstiyên acil bo koçberên Şingalê û deverên din yên Kurdistanê yên ji be şer û metirsiya êrîşên terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, berdest bike.
Ji bona ku, ew pereye bi baştirîn û lezgîntirîn awayê bigehe koçberan û pêdawîstiyan bo lêqewmiyan dabîn bike, waliyê Duhokê berpirs dibe ji çewaniya bikaranîna wî pereyî bo koçberan.
Çavkaniyeke berpirs ji civata wezîrên herêma Kurdistanê, îro 12ê tebaxa 2014ê, di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê got: ”Piştî ku, heftiya borî şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi endametiya wezîrê navxwe, wezîrê darayî, wezîrê pilandananê û wezîrê saxlemiyê serdana wîlayeta Duhokê kir, civata balaya neft û gazê ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku, 15 milyon dolar ji dahatiniyê neftê ji bo pêdawîstiyên acil bo koçberên Şingalê û deverên din yên Kurdistanê yên ji be şer û metirsiya êrîşên terorîstên DAÎŞ ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, berdest bike.
Ji bona ku, ew pereye bi baştirîn û lezgîntirîn awayê bigehe koçberan û pêdawîstiyan bo lêqewmiyan dabîn bike, waliyê Duhokê berpirs dibe ji çewaniya bikaranîna wî pereyî bo koçberan