Serokê Amerîkayê Barack Obama, di gotarekê de ku taybet bû bi rewşa İraqê, got: ‘’Amerîka dê li ser piştgirîkirina İraqê û bombardimankirina pêgehên çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) û grûbên çekdar berdewam be.’‘
Obama derheqa parastina navçeyên İraq û Herêma Kurdistanê de jî wiha axifî: ‘’Amerîka bi hîç awayekî nahêle ku çekdarên DAİŞ, ber bi bajarê Bexda û Hewlêrê ve biçin û em dê berdewam bin li ser parastina navçeyên İraqê.’‘
Derbarê hikûmeta nû ya İraqê de jî, Obama got: ’‘Veguhestina desthilatê li İraqê prensîbeke girîng e bo İraqiyan.’‘ Obama herwiha daxwaz kir ku hikûmeta nû ya İraqê bi beşdarbûna hemû aliyan were pêkanîn. bas