Wezîrê Darayî û Aborî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêbaz Mihemed Hemelan ji Rûdawê re got: “Pereyên firotina du bar ji petrolê gihiştine Kurdistranê. Ew pere 170 milyon dolar e.”
Rêbaz Mihemed da zanîn jî ku “Ew pereyên hatine têrî mûçeyê nakin û pêwîste em hewlbidin ku petrol zêdetir bê şandin û bi wê yekê bikarin pêwîstiyên Herêma Kurdistanê peyda bikin.”
Derbarê mûçeya fermanberan jî navborî got: “Roja yekşemê encûmena asayişê û dezgeha asayişê, roja duşemê jî wezareta navxwe mûçeyê werdigirin.” Rûdaw