Hat zanîn ku Celal Talebanî di nameyeke ku şandiye ji; Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Eyad Elawî, Usame Nucêfî û Sedir re û tê de besha wê yekê dike ku ‘ger zêde bi ser min de werin ez ê ji posta Serokomariyê vekişim.’ Talebanî di vê nameya ku ji aliyê kanala El Hura ve hatî belavkirin (Emerîka piştgiriya vê kanalê dike) de, dibêje ku ‘bila kesek îstîfaza bi min neke, ger neçar bim ez ê dest ji posta Serokomariyê vekişînim.’ Talebanî dide diyarkirin ew di civîna Hewlêrê ya yekemîn de bê alî bû û wî kaxeta hatî amadekirin îmzenekriye û nehiştiye serkirdeyekî YNK’ê jî îmze bike. Talebanî dibêje ku wî di vê civînê de weha gotiye “Eger Hevpeymaniya Niştîmanî yan Serokwezîr pêgiriyê bi peymanên berê nekin, ez ê daxwaz ji parlamento bikim baweriyê ji Malikî bistîne.” Her weha Talebanî dibêje ku wî tekîd li ser pêdiviya cîbcîkirina peymanan berê û yên pey re kiribû, ‘lê serkirdeyên civîna Hewlêrê mijar hemû xistine vekişandina baweriyê.’ Celal Talebanî di vê nameyê de balê dikişîne ser hijmara parlementerên daxwaz îmzekirîn û dibêje “We gotibû hijmara îmzeyan 170’ye lê tenê 160 îmze hatine berdestê min. Gelek parlementer telefona min dikin û daxwaza jêbirina îmzeya xwe dikin.” Celal Talebanî di peyamê de bal kişande ser mijara pêkanîna peymanan û got “Ger Hevpeymaniya Niştîmanî û Serokwezîr peymanên berê daxwazên rewa redbikin, wê demê ez ê baweriyê jê bistînim bê ku pêdivî bi îmzeyan hebe.” Her weha Talebanî got ku ‘ger ez ji rewşê neçar bim ez ê dest ji posta Serokomariyê berdim û vegerim weke Sekreterê Giştî yê YNK’ê kar bikim.’ Hêjayî gotinê berî niha, hate îdîakirin ku dewleta Îranê gef li Celal Talebanî xwarine û gotiye ku ‘ger pişta Nûrî El Malikî berdî, emê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.’
Avestakurd