Bi Xwe hevserokê PKK Cemil Bayîk jî di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine re dibêje: „Ger hûn çekan bidin pêşmergeyên Barzanî, xetera wê heye bikevin destê DAÎŞ“.
Partiya Die Linke li Almanya ya xwe hevalbendê PKK dibîne serkêşiya kampaniyayên weha dike. Şandeyên wê diçin Rojavayê Kurdistanê, ji PYD û YPG pêvetir kesekî nabînin, lê di vegerê de sîstema PYDê avakirî weke sîstema herî demokrat di rojhilata navîn de bilêv dikin.
Gelo qet şandeyên wan carekê zehmetî dan xwe û biçin serdana malbatên zarokên wan bi destê PYD hatîn Kuştin an jî hatîn revandin?
Gelo qet zehmetî dan xwe ku biçin serdana Malbatên goriyên li Amûdê?
Ev Partî ji dema şerê sar ma ye û di hembêza muxaberatên Almanya Rojhilat de mezin bûye. Karûbarên wê popûlîzm e û propagandayên xeyalî ne. (SkyKurd)