Serrûpel Nûçe Arinç: Apo dikare di hepsa malê de bimîne

Arinç: Apo dikare di hepsa malê de bimîne

Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, di bernameyeke televizyonê de îfade kir ku, ger PKK çekan bêşert berde, di nav pêvajoyê de ji bo Abdullah Ocalan hepsa muebbet karin veguherînine hepsa malê.
Arinç: Vê mijarê Leyla Zana jî hin kesên din jî tînine ziman. Ev ne mijareke ku tenê li ser were axaftin. Belkî bi nexşerîyekê, di nav pêvajoyekê de, ger PKK bi temamî çekan berde, karin vê mijarê jî bînine rojevê.