Serrûpel Nûçe Jineke Êzîdî behsa firotina xwe dike

Jineke Êzîdî behsa firotina xwe dike

Belav bike

Jina êzîdî ya bi navê H.I. ku mêrê wê, tiyê wê û xezûrê wê li ber çavên wê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine komkujkirin, xelka gundê Gir Izêrê yê devera Şingalê ye.

H.I. yek ji wan jinên êzîdî bû ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û li bajarê Mûsilê hatin firton. Lê H.I. bi awayekî mucîze rizgar dibe û niha li Dihokê ye.

Wê jina êzîdî bi mercekî ji Rûdawê re behsa xwe kir ku wêne û navê wê neyên eşkerekirin, ev jî ne ji ber wan tiştên ku hatine serê ji ber wê yekê ku ditirse çekdarên DAIŞê ji ber axaftinên wê zirarên bidin xesû û xûşka mêrê wê ku niha di destê DAIŞê de ne.

H.I. wiha behsa xwe kir: “Dema çekdarên DAIŞê ketin nav gund jin û zarok û zilam ji hev cihê kirin. Destê zilaman girêdan û paşê komkuj kirin. Mêrê min, xezûrê min û tiyê min di nav wan de bûn.”

Wê jina bextreş da zanîn ku ew destpêkê birin devera Sîba Şêx Xidir ji wir jî birin nahiyeya Beacê paşê birin Şingalê û li wir jî bi hinek jinên din re birin Mûsilê.

Tenmenê H.I. 19 sal e û zarokeke wê ya 3 salî heye. Di berdewamiya çîroka xwe de dibêje, “çekdarên DAIŞê tiştên pir pîs digotin me. Digotin ola we vala ye ji ber wê jî divê hûn werin ser ola me. Hinek dersên olî ji me re gotin lê zanîn ku em qet nabin misilman.”

Wê jinê da zanîn ku li Mûsilê jinên pîr û bitemen ji keç û jinên genc cuda kirin ji ber wê jî haya wê ji xesûya wê nema, tenê ew û xûşka mêrê wê bi hev re mabûn û wiha got: “Ji me re gotin emê we vegerînin malên we lê em birin xaniyekî mezin û ji me re gotin, yên ku tên vir divê mêr bikin.”

H.I. bi dengekî nizim û bi çavên girî behsa wan bûyeran dikir ku qet nedixwest bîne ziman: “Em bi 10-15 hezar dînaran difrotin. Rojane 10 caran dihatin nav me û kîjan dilê wan dixwest dibirin. Bi taybet keç dibirin û kiçaniya wan xerab dikirin.”

Wê dayîka kurd wiha domand: “Çekdarekî keçek dikirrî du rojan ligel xwe dihîşt lê dema lê têr dibû difrot kesekî din. Rayedarekî (DAIŞê) keçek firot şofêrê xwe. Min bi guhê xwe bihîst ku hinek hatibûn keçan bikirrin lê bi tirkî diaxifîn. Mişteriyên ereb ên sûrî jî tê di nav wan de hebûn. Hinek mişterî dihatin kincê bûkan li ber keçan dikirin û ji xwe re dibirin.”

H.I. ahek kûr kişand û wiha axivî: “Pêwîstî bi şermê nake ez jî firotim erebekî sûrî lê nizanim bi çiqasî ez hatim firotin.

Li gorî H.I., wî erebê sûrî jî re gotiye tu jina min î lê wê qebûl nekiriye, dîsa wî zilamê ereb jê re gotiye, dê û bavê xwe jibîr bike ji ber ku hemû hatine kuştin û Kurdistana Iraqê jî ketiye destê me.

Çawa rizgar bû?

H. behsa rizgarbûna xwe kir û got, şevekî kurê wê tî bibû û digiriya lê deriyê wî xaniyê ku ew tê de bûn, girtî bû: “Derî pilastîk bû me çiqas li derî da ti kesî guh neda me. Ez neçar mam min derî şikand û av ji kurê xwe re anî. 3 kes li nav xanî de hebûn hemû jî razabûn, min jî derfet dît û ez reviyam.”

Ew jina êzîdî heta demekî peyatî direve paşê xwe davêje malekî ereb û çîroka xwe ji wan re dibêje. Zilamê malê wê dixe otomobîla xwe: “Dema em digihîştin xalên pişkinînê yên DAIŞê zilam digot ev hevjîna min e. Wî Zilamî ez nêzîkî Pêşmergeyan kirim ji wir ez peyatî çûm ba Pêşmergeyan û wan ez derbasî Dihokê kirim.”

H.I. behsa wêrekiya wan keç û jinên ku di destê DAIŞê de ne jî kir û got, ew keç û jin ewqasî bi şeref û wêrek bûn ku heta gefa kuştinê li wan nehatiba kirin nedihîştin destê kesî li wan bikeve lê sê keçên gundê Werdê ji bo ku destê çekdarên li wan keve xwe kuştin.  Rûdaw