Derewandin
Duran kalkan ku niha endamê Konseya PKK/KCK ye, yeke ji kesayetiyên berçavên PKKê, salên 1988- 1993 li Almanya bi navê Selaheddîn Erdem hatiye naskirin. ji ber vê çendê ev nivîs ne tenê propagandayeke reşkirinê ye, belkû nêrîna fermî ya rêkxistina PKKêye ji bona jiyana min jî metirsî çê dike
.
Berî niha jî ( Ajansa nûçeya Firat) û ( Lêkolîn.org ) ku bi fermana vê rêkxistinê weşan dikin tometên bi vî rengî derheqa me de belavkirin, ( ji boy kû berjewendyên giştî yên gelê Kurdistan ziyan nebînin) min li hember van buxtan û tomatan bê dengî nîşan da. Lê îro dinêrim ku ne tenê li ser şexsê min belkû li dijî tekoşîna 100 saliya bizava Barzan û xebata gelê Kurd di bin van tometan de êrişek ne mirovane tê kirin kû ez neçarim bersiva vê yekê bidim.
Ez Mustafa şefîq( Arî) li devera Barzan Gundê Êdilbê hatime dinê, Barzan ev devera kû tovê destpêkê ê Bizava Barzan bi rêberatiya Mella Mustafa Barzanî hatî avêtin. Bandora vê bizavê hem liser kesatiya min hem liser kesatiya milyonan mirovên Kurd li her çar perçên Kurdistan heye. Ji ber vê êkê jî ev cografiya bûye warê hezaran qehremanî û dehan qetlûam livir jiyan kirine.
Ez di vê cugrafya hanê de jiyan bûme û bivî Kultûrê berxwedanê min nefes kişandiya ev êk ji bona min û milyonan kurdên din jî bûye kaniya îlhamê.
Sala 1978 ji hêla rejîma Saddam ve devera Barzan hat wêran kirin, tevayî Gund hatin şewitandin, xelkê li kempên bin kontrola rejîmê de komkirin. Dema cenga Iran-Iraq ê de zordarî li dijî Barzanyan û tevayî gelê Kurd zêdebû, sala 1983yan, 8000 Berzanî ji nava van kempên hanê Komkirin û li çolên başûrê Iraqê tev de hatin qetil kirin, piraniya zilaman qetilkirin, jin û zarok jî di bin bandora vê hovêtiyê de man. Bi vî awahî 8000 ji eşîreta me, mirov û kesên me bi hovêtî hatin kuştin.
Ez kû van salan xwendikar bûm min xwendina xweya Pizîşkî( Doxtorî) berda û min biryar da ez derketim çiya. Di vê demê de derdorên min gotin derkev Awrûpa xwendina xwe bi domîne, emê îmakan ji tere çêkin lê min ev êka red kir û min biryar da ez li jî dagîrekeran derkevim tevlî berxwedana çekdarî bibim.
Zordestiya rejîma Saddam dirêjiya salên cenga Iran-Iraqê tû sinûr nasnekirin û her di çû qetlûam zêde dibûn, sala 1988an êrişên enfalê gehan asta herî bilind, di Şeş mehan de 182,000mirov hatin kuştin. Başûrê Kurdistan bi tevayî hat şewitandin kesên kû ji qetlûamê rizgar jî bûn penaberî Iran û Tirkiyê bûn. rêkistinên KDP ê jî ew dem ketin nav mercên giran ji ber vê êkê me baş dît em dinav refên PKK dê tevlî şerê çekdarî bibin me got: ’’ çi di be bila bibe divê dengê çekan li Kurdistanê qut nebe’’. Tevî 14 hevalên din me biryar da em tevlî PKKê bûn.
Ji bona Serxwebûn û Azadiya Kurdistan me ev gav avêt, lê gava meyî êkem di nava PKK ê de em ketin hember gurupek çete binavê( Tesfiyecî Hogir).( ewan bawer nedikir kû evqasî gencên xwendevan û dînamîk ji bşûr werin tevî PKK ê bibin) û di serî de asteng li pêşiya me çêkirin gelek îşkence û zehmetî me jiyan kir heya kû biryara kuştinê jî deheqa me hat sitandin, lê bi tesadûf em rizgar bûn. Lême baweriya xwe ji dest neda.
12 salan di nav rêzên PKK ê de aktif , di pile û astên cor bi corda, û di her deverên Kurdistanê min xebat meşand . Karê min di nav refên PKK ê de kirî, ez erkê xweyî welat parêzî dizanim û min bi baweriya xwe ev kar kir, . Min berpirsiyariya xweyî netewî, mirovî û welatparêzî bi cih aniye.
Bi girtina Apo, qonaxa Îmralî di xebata PKK ê destpêkir, bi qonaxa Îmralî an jî qonaxa ( Patiya Komara Demokrata Turkiyê)tê bi nav kirin . Bê guman her partiyek dikare armanc û programên xswe bi guherîne û ev mafê her partiyekêye, lê belê ez kû ji bona Serxwebûn û Azadiya Kurdistan ketim nav PKKê di vê partiya nûde cihê min nebû, ji ber vêna min biryar da ez ji PKK ê cûdabûm. Cûda bûna min ji PKK ê tû carî nebû cûda bûna min ji doza gelê min berevajî vêna ez hertim bi gelê xwere bûm bi doza gelê xwere mam.
Paşî cûda bûna min ji PKKê demek kin ez li Ewrûpa mam, lê baweriya min hertim ew bû kû divê kesên weke me ji xebatê dûr nekevin, divê ji gelê xwe dûr nekevin. Min hertim di got ev tecrûbe û zanabûna min girtî divê ez di xebata gelê xwede bidim şuxulandin. Ev dem li başûrê Kurdistanê pêşvaçonên giring çê bûn, bi bawerya min her mirovekî welatparêz diviya hemî hêza xwe bikar bînin û van pêşvaçên hanê xort bikin. Ji bona vê êkê min dinav rêkxistinên PDK ê cih girt û ez zîvirîm Başûrê Kurdistanê. Ez niha li Başûrê Kurdistanê xizmeta xelkê xwe dikem,
Duran Kalkan(Abbas) vê gava me bi gavek dijî şoreşê dibîne, an jî bi gotina wî hatina me bo nav refên PDKê wate ( Jîtem) gelo ev kîjan lojîke weha li meselê dinêre? Gelo çima di nêrîna Duran Kalkan de bûne pêşmerge wate xiyanet, wate bûne dijminê şoreşê? Xûyaye di nêrîna Duran Kalkan pêşmerge wate xaîn, lê ejî ji Duran re dibêjim pşmerge wate bicîh anîna erkê herî pîroz di Kurdistanê de.
Xûyaye ev gotinên Duran û ragehandina wan livir û wir belav dike tenê derew û buxtanin û ji tevayî rastiyan dûre. Em livir xizmeta gelê xwe, doza xweyî netewî, û welatê xwe dikin, gelo çima ev karê Jîtemê ye? Çima Duran pêwîst dibîne van derew û buxtanên hanê belav bike? Ez dixwazim rêvebirên PKKê ev rastiyên hanê bidin xûyanî kirin.
Raste ez ji rêkxistina PKKê qetiyame , Gelo ji rêkxistinê qut bûn li gora kîjan lojîkî tawane? Ya rast eger tiştek ne rast heye û şermek hebe eveye kû di vî çaxîda rêkxistine rênade kes cûda bibe. Ji rêkxistinê cûda bûn wate xiyanet, rû reşiyek gelekî mezine kû di nav bizavek azadîxwaz û demokrat de endamên vê rêkxistine mecbûrin birevin ji ber kû ev rêkxistin rê nade wana bi azadî biryara xwe bidin. Eger divirde tiştek hebe bê serast kirin divê diserîda Duran kalkan wek kesekî berpirsiyar dinav rêkxistina xwede vê rûreşeyî serast bike.
Abbas( Duran Kalkan) herkesî bi Jîtrmbûnê tawanbar dike, gelo jîtema Tirkan bêhtir kadroyên pêşengên PKK tûne kirin, an jî ji ber rêbazên çewtên kû Duran li nav rêkxistinê meşandin pirtir tûne bûn. Bêguman Kadroyên kû ji ber Duran û polîtîkayên wanî çewit ji rêkxistinê reviyane dehan car zêdetirin, ev rastiye herkes baş dizane.
Duran Kalkan û hevalên wî armancek heye di vê demê ewana van derew û bûxtanên hanê li dijî me û li dijî PDK belav dikin. Armanca wanî sereke ewe kû ew jî dizanin ewana bi hezaran kadroyên pêşengên PKKê dane revandin û piraniya wana xwedî tecrûbên siyasî û serbazîne, ewana ewê di pêvajoya başûrê Kurdistan de ne xasme di refên PDK ê de bibin xwedî rol, Duran vê jehra hanê di rijîne ji bona kû ev kadroyên hanê ne kevin xizmeta doza Kurdistanê. Bi taybetî di vê dema hestiyar de kû Başûrê Kurdistan li hember şerek girane dijî ( DAIş) di demek weha de tecrûba van hevalên xwedî ezmûn li hember terorîstên (DAIş)ewê rolê wan mezin be. di virde Duran bi temamî rolek Jîtem warî dibîne û di pişt de di xwaze Kurdistanê xencer bike. Tişta min kirî dûnê tev PKK ê me li hember Jîtemê şer kir, îro jî li hember (DAIş) şer dikin, gelo ev derew û buxtanên hewe çima?
Aya mebesta van derew, ne rastî û tometên dûran Kalkan belav dike çiye? Baweriya min ewe kû ji herkesî zêdetir (DAIş) feyde ji van iftira dibîne, herî zêde kêfa wan bi van gotinên Duran hatiye.
Li gor baweriya min di nava PKK ê de bûye Kûltûrek ji roja hatî ava kirin heya niha her çend sal carê hind kesan tesfiyecî didin xûya kirin û hemî kêmanî, şaşîtî û şikestên xwe di bin navê van tesfiyeciyan de vedişêrin. Lê ev bû çend sal kesên weha tesfiyecî derneketin, ji ber vê çendê Duran û rêveberên wek wî di xwazin sedemê şikestên xwe bixin stoyê kesên kû ji vê rêkxitinê cûdabûne. Gelo erê ma ev guneha meye van salan tû tesfiyecî derneketin?
Ji kerema xwe carê li paş xwe bi nêrin we çawa karî evqas kadroyên fedekar, ev qasî kesên serkirde, û kadroyên pêşengên PKK ê we ji rêkxistinê qewitandin, we bela wela kirin, we çawa ev serkeftin bi destxit, erê tesfiyecîtî ji vê mezintir heye. Bi sedan kadirên pêşeng we tûne kirin.
Demên derbazbûyî min çawa li hember dagîrkerên Kurdistanê xebatkiriye îrojî li hember ( DAIş)û dûjminên gelê Kurd bi heman rûh û germî xebatê dikim, di virde tû çewtî nîne. ne rastî û çewtî ewe kû hûn xebat û tekoşîna Kurdan reş dikin. Weke hergav hûn ji dûrî rastiyan Komplo û teoriyên dujminkariyê çê dikin, ger kû hûn dev ji vî exlaqê xwe berdin bawerdikim tû problem namînin.
Îro hêza herî mezin kû li hember hovêtiya (DAIş) sekiniye PDK û Serok mesûd barzaniye dûniya tev vê rastiyê dibîne, liser qehremaniya pêşmerge daxive, dûnya hevkarî û piştevaniya çekan ji herêma Kurdistanê re dike lê hûn li dijî vê kampaniya di meşînin, hûn di xwazin cîhan hevkariya PDKê neke . Ger rastîye Jîtemê hebe ev karê hûn dikin karê jîteme, lê daxek mezin hûn vî karî eşkere dikin.
Tevayî ev propaganda û iftîrayên hûn behs dikin we liser gotina çend kesekî kû ji( DAIş) êsîr ketine dest YPG ê an jî îtîrafên hind kesên kû bo vê mebestê hatine xwe dane destê we.
Di vê mirov ji were bêje bravo, we gelê Kurd ji metirsiyek mezin rizgarkir, we ji nûda Emrîka keşif kir.
Min dizanî kû hûn ne hûkuk nasdikin ne jî dizanin, lê min nezanî hûn ewqasî ji taktîkên şerê taybet û dîroka şer bê xeberin. hûn rewşeke gelek nakok jiyan dikin, hem behsa rexistina ( DAIş) û têkiliyên wêyî cîhanî û herêmî dikin, hem jî tên Kongra Netewîya Kurd, yekêtiya Kurdan, giştî liser îtîrafên terorîstekî avadikin û xerab dikin. Gelo ev kesên ItIrafçî kû ji Abbas re bûne kaniya Îlhamê ne amadekiyên destê dujmina bin? An jî birêz Abbas te bi xwe ev sînaryo amade nekirine? Pêşniyar dikim car din rûpelên dîrokê hildin ji qula derkevin û hindik bejî rastiya gelê me bîbînin.
Duran Kalkan 35 sal her tim dewleta Tirk her roj îtîrafçiyên bi vî rengî dernexistin t û bizava Kurdan reş ne dikir? Gelo em bêjin ew tiştên van îtîrafçiya liser te û rêxitina te tev rastin em weha binêrîn an jî hûn ji Tirkan hîn bûn van Komployan liser Kurdan bi meşînin? Gelo KDP ji Tirkan hîn bûye Jîtemê ava bike an jî hûnun ji bona yekêtiya Kurda ji binde xerab bikin her rengê Komployên Tirkan pêktînin?Divê Duran Kalkan û rêvebirê PKKê li xwe vegerin ewana ketine rewşek çend basît û ketî divê lihember vê çend ew xwe mehkeme bikin wîjdana xwe car din muhasebe bikin. Divê ji xwe bipirsin Gelo wan heqkiriye bi vî aqil û mentiqê xweyî tarî rêvebiriya bizavek Azadîxwaz û demokratîk bikin.
Ger kû hûn rast dibêjin bawerya we bi we heye hûnê vê nivîsa min di rojnama xwede belav bikin, eger hûn binxwe bawerin werin em bi hevre derkevin televizyonek azad her kes rastiya gotin û helwêstên xwe ji raya giştiya Kurdistanê re bidin xûy kirin.
Ger hûn van rastiya eşkere nekin û ji xelkê Kurd re ne din xûya kirin ez we didim hember wîjdana gelê Kurd, ger hûn van rastiya eşkere nekin ezê pêvajoya yasayî li hember van derew û îftîrayên we dest pêbikim.
Mustafa şefîq( Arî)