Bêguman, eva şiroveya Seydayê Cegerxwîn gelekî balkêşe û bingehî ye. Lê dîsa şiroveya navê Şengalê (Sîncar) tam nayê li ber çavan. Lewra jî me lêkolîneke biçûk kir.
Me Ferhenga Kurdî-Rûsî (Moskva, sala 1960-î) ya zimanzanê navdar profêsor Qanatê Kurdo vekir û xwend. Dîhare, ku navê Şengalê ji du gotinan hatîye barkirinê: ji gotina «Şeng» û ya «Al (Ar)».
Li gorî Qanatê Kurdo, gotina «Şeng» destnîşan dike: bedew, nazik, balkêş, hewaskar, çalak (Şeng û şox). Yanê birca (kevirî) bedew, wargê hewaskar, devera dilşad, miskenê dilbaristan yê gelê Xwedênas.
Belê, gotina «Ar» agir destnîşan dike(Agir-Alav). Lê di nava dewranan da gotina «Ar» bûye «Al» yanê Sor. Ne axir, Agir jî bi rengê Sor e. Di navê Şengalê da gotina «Al» bi beyraqê ra girêdayî nîne, ew jî çi beyraq? Ya gencan? Kîjan gencan?
Dêmek, Şeng-Al = Şeng-Ar.
Yanê devera bedew, nazik, hewaskar, çalak, dilşad, dilbaristan, ku herdem agir pê ketîye û sor û sincîrî bûye, lê wek birca kevirî li cîhê xwe da maye, neşewitîye û nebûye kozî û erd û xwelî!..
Bi rastî jî usane. Her caran dijmin û neyarên êzîdîyan agir berî Şengalê dane, lê «Biraca wane kevirî» sor û sincîrî bûye, lê tu caran neşewitîye, ji br ku ew Birca Kevirî ye!..
Şengal=Birca bedew û nazik, misken û wargê hewaskare, ku tu caran naşewite!..
Prîskê Mihoyî.
05.09.2014.