Serrûpel Nûçe Wê kesek ala partiya xwe raneke

Wê kesek ala partiya xwe raneke

Belav bike

Di civînê de ji aliyê PDK ve fermandarê pêşmergeyan Qasim Şeşo û ji aliyê PKK ve jî Zekî Şengalî amade bûn. Fermandarekî YNK jî amade bû ye.

Fermandarê hêzên pêşmerge ku niha Mezara Şerfedînê diparêzin û armanca wan rizgarkirina Şengalê Qasim Şeşo got, wan li ser avakirina hêzeke hevbeş bi navê “Hêzên Azadkirina Şengalê” li hev kirin û armanca wan avakirina hêzeke biratî ye.

Di wê civînê de ku roja yekşemê êvarê çêbû ye, biryar hatiye standin ku ew Şengalê rizgar bikin û bi hev re hevkar bin, û nave ala tu partiyekê were hildan.

Li gor gotina Qasim Şeşo, Zekî Şengalî ji wî re gotiye, tu niyeta wan tune ye ku ew li Şengalê bimînin, hatina wan tenê ji bo hevkariyê ye û dema ku Şengal rizgar bû, ewê jî ji wir derkevin.