Serrûpel Nûçe “Li Çiyayê Şingalê tenê em şerê DAIŞ dikin“

“Li Çiyayê Şingalê tenê em şerê DAIŞ dikin“

Belav bike


Qasim Şeşo, Fermandarê Hzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Di nava sê rojên borî de 47 kurdên Êzîdî li sînorê Tileferê ji destê çekdarên DAIŞê reviyane û gehiştine Çiyayê Şingalê, me jî ew şandin Zaxo û Dihokê bo nav kes û karên wan, ku tenê duh jî 200 kesji nav destê wan reviyabûn û piraniyan wan zarok û keç bûn.”

Şeşo wiha got: “Ew nûçeyên ku dibêjin tenê çekdarên YPGê û Pêşmergeyên YNKê li ser Çiyayê Şingalê ne, derewin û ji rastiyê dûrin, ji ber ku ji serî de her Hêzên Pêşmerge li wê deverê bûn û niha jî tenê em şerê DAIŞê dikin û ti kesekî din e.”

Derbarê wan gotinên ku dibêjin qaşo Hêzên Pêşmerge cihê YPGê ji balafiran re diyar dike da ku wan bombebaran bikin, wî Fermandarê Hêzên Pêşmerge got: “Ew nûçe bi ti awayî ne raste û em bi ti awayekî nûçeyên wisa ji ti kesî qebûn nakin, ji ber ku ev daxuyanî nakevin berjewendiya ti aliyekî.”