Serokomarê Tirkiyê Erdogan dibêje, di encama operasyonekê de li Musilê ew hatine azadkirin.
Serokwezîr Davutoglu dibêje, di encama hevdîtin û xebateke dîplpmatîk de ew hatine azadkirin.
Parlamenterê AKP li Entabê Şamil Teyar dibêje ew di encama hemleyeke CIA de hatiye berdan.
Kî ji wan rast dibêje.
Malpereke nêzîkî DAIŞ bi navê Takva jî dibêje, di encama hevdîtinên di navbera Dewleta Îslamî û Dewleta Tirkiyê de ew rehîne serbest hatine berdan, bi vî awahî êdî dewleta Tirkiyê itîraf bi Dewleta Îslamî kir.
Malpera Takva dibêje, fidye ji Tirkiyê nehatiye standin, her du alî li ser maseyê rûniştine û di encamê de rehîne serbest bû ne.
Di hevdîtinan de kî amade bû?
Serokê operasyonên derve di dezgeha istîxbarata Tiriyê MIT de, beşdar bû, ji alyê DAIŞ ve jî berpirsiyarên pêwendiyên derve amade bû.
Di nava 3 mehan de, 8 caran cihê rehîneyan hatiye guhertin.