DAÎŞ ne îro derketiye hole. Eve demek dirêja li Suriye beşek ji axa Surî û beşek ji Kurdistana Rojava kontrol dike. Pêwendiyên DAÎŞê û şere DAÎŞê li gel rejima Suriye jî têne zanîn.
Ji berî 3 mehan berê xwe dan Iraqê û piştre jî Başûrê Kurdistanê. Karaseta Şingalê û komkujîya Şingalê bo sedema pêvajoyek din li cîhanê û Kurdistanê.
Niha di serî de Amerika dewletên Rojava arikariya Pêşmergeyan dikin. Pêşmergeyan hêza DAÎŞ şkênand û roj bi roj Kurdistanê heta hinek deverên ereban jî li Iraqê ji terorîstên DAÎŞ pakij dikin.
Îro DAÎŞ berê xwe da Kobanê. Demekî de serokê PYD digot me çek ji DAÎŞê kirîne. Sedemê çibû? Nayê zanîn.
Îro DAÎŞ berê xwe da Kobanê. 60.000 insan ji deverên Kobanê koçber bûn derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.
Li ser her kurdekî ferze parastina Kobanê bike. Ji berî her tiştekî divê PYD, YPG, PKK rê bide aliyên din yên Rojava da tevlî şer bibin. Bi hezaran pêşmergeyên PDK-S li Başûrin dixwazin derbas bibin parastina xaka Kurdistana Rojava bikin. Lê YPG rê nade.
Niha ji berî her tiştekî pêwiste PYD û hemû aliyên siyasî li peymana Hewlêr vegerin û rojek zûtir hêzek leşkerî hevbeş pêkbînin. Hemû aliyên siyasî vê yekê dixwazin. Her tişt girêdayê helwesta YPGê ye.
Ji aliyê din hinek berpirs û parlementerên HDP li Bakur daxuyaniyen bê wate belav dikin. Ayla Akad, di rûpela xwe ya Twiterê de weha dinivîse. Tenê li dijê DAÎŞê hêzênYPG, YPJ û HPG şer dikin ew tenê ji dil berxwe didin. Li hinek cihan pêşmergejî şer dike.
Niha her tişt aliyekî divê herkes aliyên siyasî bê ku Kobanê bikin qurbana berjewendiyên rêxistinî, bê ku rewşa Kobanê bi derew û propagandeyê bidin naskirin, divê bi hemû awayî parastina Kobanê wek her beşek axa Kurdistanê bête kirin.
Di derbarê Kobanê de serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dxuyaniyek ragihand. Barzanî dibêje: “Êrîşa terorîstên Da’îş ya li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê tehdîde li ser hemû gelê Kurdistanê û şeref û keramet û man û nemana gelê me kiriye armanc.
Daxwaz ji hemû aliyên Kurdistaniyan dikim dev ji hemû nakokiyan berdin û bi pêkve bergiriyê li keramet û ax û jiyana hemwelatiyên Kobanê bikin. Bergirîkirina li ax û xelkê Kurdistanê erkeke li ser milê me hemûyan û li ser ruyê hemû erkekî dine.“
Gotina serokê Kurdistanê di vê pêvajoyê de bila bibe çerçova hevkariyek Kurdistanî. Ev çerçova xeta netewiye. Cardin hat xuyakirin ku erkê xeta netewî ewe ku bê ku tu hesabek siyasî bikin li her derekî xaka Kurdistanê biparêzin.
21.9.2014
Dara Bilek
Dema kareseta Şingalê bûyî rewşa siyasî ya tevgera kurd baş tê zanîn. Kî çi kir, kî çi got kijan aliyê siyasî çi helwest danî. Dema mirov van hemûyen bîrbîne û baş binirxînê, dê rewşa Kobanê baştir zelal bibe.

– See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/16794-Koban-nekin-qurbana-berjewendiyn-rxistin.html#sthash.6QTWXHiy.SILb5DKl.dpuf