“Pirsa Kobanî ne tenê girêdayî pirsa wê navçeyê ye, ew pirseke girêdayî hemû gelê Kurd e, tiştê li Kobanî çêdibe nimûneyeke dine ji hovîtiya ku ji aliyê terorîstên DAIŞ ve li dijî gelê Kurd tê kirin. Di heman demê de bi navê hikûmetê em wan kiryaran dikin… Li ser pirsa alîkariya ji bo Kobanî, ji aliyê herêma Kurdistanê ve, ne ewqas hêsane ku em hêza eskerî ji bo wê herêmê bişînin, ji aliyê cografî ve pirsgirêk hene, şandina hêzê zehmet e. Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê û hemû partiyên siyasî di vê derbarê de em çi bikaribin emê bikin û teqsîr nakin…”