Dizayî got, ewê li Tirkiyeyê hin hevdîtinan bikin û Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî beşdarî Foruma Aborî ya Cîhane bibe.
Dizayî beşdarî bernameya Televîzyon û Radyoya Rûdawê bû û pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê nirxandin û wiha axivî:
“Em nêzîkatiya wê demê ya Tirkiyeyê fêm dikin. welatiyên wan di destê DAIŞê de bûn. Ji ber vê nêzîkatiyeke wiha normal e. Tirkiyeyê bo me çikir, aşkerakirina vê li me nakeve. Mirov nikare bêje tiştek nebûye. Hin tişt hatin kirin. Eger Tirkiye naxwaze vana aşkera bike, em rêz digrin.”
Dizayî got, “Gelê me gazind û sîtema xwe li Tirkiyeyê dike û bendewariyên gelê me ji Tirkiyeyê zêdetir in” û wiha domand:
“Serokomar, serokwezîr, wezîr û şandên gelek welatan hatin Herêma Kurdistanê. Dema ji Tirkiyeyê tiştek wiha nebû, bendewariyên gelê me pêk nehatin. Yanê mirov gazindê xwe li dostên xwe dike. Bendewariyên me ji Tirkiyeyê hê zêdetir bû û em hêvîdar in ku bi awayekê dostane ev yek pêk werin.”