Serrûpel Nûçe PYD/YPG jî di vê trajediyê de gunehkar in

PYD/YPG jî di vê trajediyê de gunehkar in

Belav bike

Ev çend rast e nayê zanîn, lê heta îro jî bombardumanê çekên giran ê DAİŞ’iyên dora Kobaniyê pûç nekirine. Eşkere ye ku mittefik, ku nuha Tirkiye jî li gel wan e, ne di mihaweleya wê de ne ku YPG li hemberî DAİŞ-ê biserkeve. Helbet ev ê zerareka mezin tenê nede YPG-ê, ê bide gelê Kurd ê sivîl jî.

Wekî din, ku siyaseta mitefikan ev be, mane ew e ku YPG ê li Cizîrê û Efrînê jî tûşî her eynî siyasetê bibe. Ji encama proseseka wiha, ne ku tenê YPG/PYD, kurdên Rojava hemû ê destkeftiyên xwe wenda bikin û Rojava bibe bazareka navbera rejima Esed û Artêşa Azad, yan ji rejimê re, yan ji Arteşa Azad; yanî mixalefeta Ereb re bimîne. Gellek can û malwêranî jî di qonaxeka wiha ya kavilkir de ê ji kîsê gelê Kurd biçin.

Ger rewş ber bi awayekî wiha ve biçe, eşkere ye ku em nikarin tenê Amerîkayê, mittefikan û bi taybetî Tirkiyeyê tawanbar bikin. Ev tifaqa navneteweyî, ne ji bo gelê Kurd, lê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Herkes vê dizane. Ma PYD/YPG jî ne lazim e ku vê rastiyê bizane û li ber çav bigire? Gelo ne lazim e ku ew li ber çav bigire ku di encama şerê PKK-ê ê 30 salan de ji bal Tirkiyeyê û hemû mitefikên wê û rêxistinên wek NATO-yê û Neteweyên Yekbûyî ve ew hêzeka terorîst tê naskirin. Heq neheq, lê Îro rastî ev e. Wekî din PYD/YPG nizane ku tifaqa pêkhatî dijmina rejima Esed e û rêgir e li ber siyaseta şîîgeriyê ya Îranê? PYD/KCK nizane ku Tirkiye heta ji dest bê ê rêgir be li ber statuyeka Kurdan li Rojava û bi taybetî yeka bi serokatiya takrewiya PYD-ê?

PYD/YPG ya ku bi lavayî daxwazê ji mitefikan dike da êrîşên hewayî bînin ser hêzên DAİŞ-ê yên dor li Kobaniyê girtî, heta dest dirêjî Tirkan dike û çek dixwaze,çima rasyonel nafikire da wan sedemên jor ên ku rêgir in ji bo alîkarîgirtinê ji meydanê rake? Madem tifaqa navneteweyî berjewendiyên xwe difikire, ew bi taybetî ne dosta Rojava be jî ne dijmina wê ye. Li Başûr alîkariya kurdan kir çimkî mewqifê kurdên başûr, li gel berjewendiyên mitefikan lihevhatî bû. Îmkan heye ku li Rojava jî bike. Heta PYD/YPG wek hêzeka rêkxistî ya ku karibe li dijî DAİŞ-ê şer bike cazîb e jî. Bi şertê ku PYD/YPG wan rêgiriyan ji meydanê rake, bê ser mewqifekî rasyonel.

Çawa?

Yek, eger PYD/YPG îro demildest, li gel hêzên Kurd ên din ên Rojava bi durustî û samimiyet rûnê û Peymana Hewlêrê qebûl bike û maddeyên wê cîbicî bike, tifaqeka siyasî û eskerî bi hemû kurdên Rojava re ava bike, kantonan ji nuh ve li gel hêzên Kurd ên din organize bike, Desteya Bilind li meydanê têxe jiyanê, kes nema kare ji wê yekîtiya Kurdan re bêje ‘terorîst’. Yekîtiyeka wiha pir rehet dikare bi mitefikan û Amerîkayê re, bi NY re, heta bi Tirkiyeyê re têkeve nava peywendiyan û îmkanan berfirehtir bike.

A duduyan, PYD/YPG divê derhal hemû peymanên xwe yên li gel rejima Esed biqetîne, ji cepheya siyaseta Îranê derkeve û bi awayekî maqûl di çarçeveya Desteya Bilind de Îran jî tê de bi welatên cîran re pêwendiyên dîplomasî bimeşîne, heta li gel desthilata Esed bi şefafî bazariyan bike. A muhîm divê ji wê cepheyê derkeve bê cepheya vî alî ya Kurdan û navneteweyî.

Ya sisêyan, wek Desteya Bilind di mixalefeta Suriye de cihê xwe bigire.

Ya çaran, hukumeta yekgirtî ya kurdên Rojava derhal peyman û tifaqên eskerî, aborî, kulturî û siyasî li gel hukumeta Herêmê a Kurdistanê girêbide.

Ev çend gavên giring bên avêtin hem ê navê terorê ji ser PYD/YPG rabe, hem ê têkeve cepheya navneteweyî ya dijî DAİŞê, hem jî ê Kurdên Rojava li hember mixalefeta Suriyê û li hember rejima Esed jî gelek xurt be. Kobanê jî, Cizîr jî, Erîn jî ji trajediyeka demdirêj xelas be.

Lê, na, PYD heta îro jî ev gav neavêtine. Ji ber çi? Ji ber ku dixwaze bi tenê desthilata Rojava be, bi sîstemeka wek ya BAAS-ê Rojava îdare bike. Ew qas xwe angajeyi îdareyeka wiha kiriye ku meriv dibêje qey ew amade ye Kobanê bi destê DAİŞ-ê ve berde, lê tifaqê li gel kurdan neke, tevî yekrêziya gelê Kurd nebe.

Gava siyaset ev be helbet mafê me heye em bejin Xwedêneke di wendakirina Kobaniyê û trajediyên ji wê mestir de li Cizîr û Efrînê jî PYD/YPG jî gunehkar e.

Murad Ciwan