Serrûpel Nûçe Kantona Kobanî çekan ji Tirkiyê dixwaze

Kantona Kobanî çekan ji Tirkiyê dixwaze

Belav bike

Serokê Kantona Kobanî di daxuyaniyekê de ji bo Tirkiyê got, piştguhkirina rêxistina DAIŞê, xetera li ser gelên herêmê zêde dike û sînorê başûrê Tirkiyê jî dixe nava xeterê.

Enwer Mislim wiha xîtabî hikûmeta Tirkiyê dike, “Hikûmeta Komara Tirkiyê ya rêzdar, Birêz endamên parlementoya Tirkiyê. Ev saleke ku herêma Kobanê ji aliyê Dewleta Îslamî (DAIŞ) di çemberê de ye. Çeteyan bi vê yekê av, ceyran, xwarin, şîrê zarokan û pêdiviyên sereke yên jiyanê li ser herêmê qut kirine.

Mislim dibêje, xetera li dijî gelê herêmê zêde bû û ji bo ku komkujî li herêmê çênebin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) neçar man ku welatiyên sivîl biparêzin û gundan vala bikin.”

Serokê Kantona Kobanî got, gelek caran hewl dan derbasî bajarê Kobanê bibin, lê biser neketin û gelek derbeyên giran xwarin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de Enwer Mislim bang li hikûmeta Tirkiyê kir û got, alîkariya me bi çekên giran bikin û cebilxaneya eskerî bidin me.