Serrûpel Nûçe Wateya Ala “Hêzên Berxwedana Şengalê“

Wateya Ala “Hêzên Berxwedana Şengalê“

Belav bike

Gelo wateya alan çîye? Ji bo çi al wek sîmbol têne hizkirinê û parstinê?

Di destpêkê da em bêjin, ku çiqlekî dîrokzanîyê yê bi navê vêksîlologîya heye, kîjan bi taybetî bi pirsên dîroka alan va mijûl dibe. Wek tê dizanin, vêksîlologîya ji gotina latînî ya «Vexillum» tê, ku destnîşan dike «Al». Dîhare, wekî di dema xwe da lêgîonên (ordîyên) romîyan Vexillum yanê Al bi kar anîne.

Al perçe-qumaşekî çargoşeyî nexş-nexşî û reng-rengî ye. Her nexşek û rengek wateya wî heye. Al sîmbole, sîmbola hêzan û bîr û bawerîyane, lewra jî wê hiz dikin û wek zîyaret diparêzin. Gelek caran li ser alan xwîn jî hatîye rêtinê…

Alên cûre-cûre hene. Hene alên dewletan, yên herêman û bajaran, yên leşkerî-deryayî, yên bazirganî, yên rêxistinên navnetewî (ji bo minak, ala Yektîya netewan), yên partîyayên sîyasî, yên şîrketan û tevgerên civakî, yên komên sporê û gelek-gelekên mayîn…

Ala hêzên berxwedana Şengalê ji perçe-qumaşekî ji hevirmiş yê çargoşe hatîye amadekirinê. Ew ji du rengan yên sipî û sor û ji nîşana Rojê hatîye hunandinê. Ala Şengalê sê zolên rengîn di nava xwe da werdigire:

1. Zola li jorê ya sipî destnîşan dike paqijaya dilê êzîdîyan û ola wan;
2. Zola navîn ya sor destnîşan dike leka xwînê ya di dîroka êzdîyan da, gava dijminan ferman anîne li serê wan;
3. Zola li jêrê dîsa ya sipî ye, ku destnîşan dike cîhana ronik û hêza aramî.

Di navenda Ala Şengalê da Roj (Şems) heye, ku bawermendîya êzdîyan û ola wan destnîşan dike.

Bi gilîkî, gava Ala Şengalê mêze dikî, dikarî vê yekê şirove bikî: êzîdî bi dilê xweyî zelal ola xweye paqij di nava dewranan da parastine û gîhandine li rojên me. Ji bo vê olê êzîdîyan xwîna xwe rêtine, gava dijim wana hatine xezebê. Û Şemsê wanî mezin dîsa nedîr daye, hatîye hewara wan û ew li cîhana ronik xistîye û êzîdîyan jîyana xwe ya aramî dîsa dom kirine…

Prîskê Mihoyî.
26.09.2014.