Hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş, ji meclîsê xwest ku, bila şandeyek ku ji endamên meclîsê pêk tên, bila biçe Girava Îmraliyê, girtîgeha ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan lê dimîne lêkolînan bike. Demirtaş, piştî daxuyaniya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku gotibû, “ji Abdullah Ocalan deng dernakeve, li Îmraliyê ye an na”, fikara xwe anî ziman û xwest ku rojekê pêşda şandeyek ji meckîsê biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan di nêz ve lêkolîn bike.