Serrûpel Nûçe “Emê di bin navê ENKS de şer bikin“

“Emê di bin navê ENKS de şer bikin“

Belav bike

Mele got, hem partiya wî hem jî partiyên di nava ENKS de, amade ne biçin şerê DAIŞ bikin, lê tirsa wan ji şerê birakujî ye.
Mele berdewam kir, ew niha amadekariyê dikin biçin Kobanî, lê PYD rê nade û ew her demê astengiyan derdixîne.
Li gor Mele, PYD dibe asteng ku ew neçin şerê DAIŞ bikin.
Mele dibêje, PYD dixwaze her kes di bin emrê wê de, di bin ala wê de, di bin serokatiya wê de be, ev ji aliyê kesekî ve nayê qebûlkirin.
Sekreterê PDK-S got, kar niha li ser wê yekê tê kirin ku ew nakokî ji nava wan û PYD de rabin.
Mele her wiha got, emê di bin navê ENKS de biçin şer bikin, ne di bin navê partiyên xwe de.
Li gor Mele, ENKS biryar daye biçe li Kobanî şer bike.