Serrûpel Nûçe Kobanî: Topbarankirina DAIŞ li Hewlêrê tê plankirin

Kobanî: Topbarankirina DAIŞ li Hewlêrê tê plankirin

Belav bike

Niha li Kobanî, balafirên Emerîka û hêzên hevpeyman êrîşên tund dibin ser bargehên DAIŞ.

Hemahengiyeke xurt di wê êrîşê de heye.
Ji bo Kobanî neke, YPG istîxabaratan dide wê grûpa Operasyonan, weke cihên DAIŞ li Kobanî, gundên di bin destê wê de, liv û tevgerên wê, li Hewlêrê, grûpa operasyonan ku hemaheng ligel Pêşmerge kar dike, planê derdixêne û operasyon û êrîşên balafiran li dijî DAIŞ li Kobanî dest pê dikin.

Serokê herêmê Mesûd Barzanî ji Emerîka xwest ku Kobanî ji xeterên DAIŞ biparêzin.
Birêvebirê ragihandin û wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê, Emîd Helgurd Hikmet got, raste pêşmerge neçûne Kobanî, lê pêşmergeyan xwestin ew li Kobanî li DAIŞ bidin û Kobanî biparêzin.
Wezîrê pêşmergeyan bi fermî ji Emerîka xwest êrîşên xwe li ser DAIŞ li Kobanî xurttir bikin.