Cefer Êmînkî ji Rûdawê re ragihand: “PDKê bi fermî înkar nekiriye ku YPGê hevkariya Hêzên Pêşmerge kiriye, berevajî em dibêjin YPG hevkariya Hêzên Pêşmerge kirine di şerê li dijî DAIŞê de û Hêzên Pêşmerge jî hevkariya YPGê kirine û PDKê vê yekê bi hesanî dibîne.”
Derbarê wan gotinên ku behsa şikestina Hêzên Pêşmerge dikin, ku hêzên din tên bi wan ve, Êmînkî wiha got: “Ew gotin, taybet bûn bo şikestina Hêzên Pêşmerge, berdewam pêşmerge hevkariya hev dikin, di rewşa serkeftinê yan jî rewşa şikestinê de.”
Ceifer Êmînkî wiha domand: “Eger Hêzên Pêşmerge serbikevin dibêjin em jî beşdar bûn. Lê eger pêşmerge li cihekî bişkin li dijî Hêzên Pêşmerge diaxivin, ev yek bêexlaqî ye ligel pêşmerge. Her aliyek vê yekê bike, sivkayetiyê bi Hêzên Pêşmerge dike. Tişta ku ji destê Hêzên Pêşmerge hatibe, kirine.”
Derbarê hewlên wan bo hevkariya Rojavayê Kurdistanê, wî endamê serkirdatiya PDKê wiha got: “Ji roja yekê de, tişta ku ji destê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê hatiye ji bo hevkariya Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha ji aliyê leşkerî ve jî çek û teqemenî ji wan re şandiye.”
Derbarê şandina hêzên leşkerî bo Rojava jî, Ceifer Êmînkî da zanîn ku, “Heta niha bi fermî YPGê daxwaz ji PDKê nekiriye ku em hêza xwe ji wan re bişîne. Lê çi ji destê me hatibe me ji wan re kiriye û niha jî em dikin da ku Kobanî nekeve destê DAIŞê.”
Êmînkî tekez kir ku, “Baştirîn biryar ew e ku YPGê biryareke bilez bide ku Pêşmegeyên Rojavayê Kurdistanê ku hejmara wan 3 hezar e, ji Başûrê Kurdistanê vegerin herêma Kobanî biparêzin.” RûdAW