Serrûpel Nûçe Yek ji şîrketên herî mezin li cîhanê banga KOBANÎ kir

Yek ji şîrketên herî mezin li cîhanê banga KOBANÎ kir

Belav bike

Richard Branson ê serokê şîrketa ku 400 şirketî di sîwana xwe de dihewîne, ji bo Kobanê banga alîkariya lezgîn kir. Nivîsa ku di malpera Virgin Group de bi imzeya Richard Branson bi sernavê ‘Rewşa Kobanê ya Xeternak Ji bo Lihevkirinê Firsetek e’ hatiye weşandin de, Branson bang li Tirkî kiriye, di vê firseta dîrokî de Tirkiye dikare alîkariyê bi Kobanê re bike û bi kurdan re li hev bê û aştiyê pêk bine.
Divê Tirkiye kurdan wekî dijmin nebîne.
Bronson di nivîsa xwe de wisa nişan kiriye; “divê Tirkiye kurdan wekî dijmin nebîne. Divê di ser Kobanê re bi xîret û rêzgirtinê nêzîk bibe. Heke Tirkiye di vê mijarê de piştgiriya pêwist bide, bi kurdan re dikare destpêkeke ronî û nû çêbike. Lê belê heke Tirkiye vêya neke, encamên wê, mixabin dibe ku giran û kûr bin.”
Bronson gotiye ku Tirkiye dikare pêşî li qatlîameke ku pêk bê bigire; ‘divê Tirkiye bi lezgînî alîkariyê bi kurdên ku li himber DAIŞ’ê şer dikin û xwe diparêzin bike. Ev ji Tirkiye re firsetek dîrokî ye.’
Tirkiye, ji kurdan re sînor girt.
Bronson got ku; rewşa li Kobanê hatiye jiyîn ew gellekî xemgîn kiriye û bi dewamî; ‘rewaşa Kobanê min bi awayekî ciddî xemgîn dike. Bi sedhezaran kurd ji warên xwe bûn, nêzî 500 mirovî hatin qetilkirin. Ji kurdên Tirkiyeyî ku xwesin herin alîkariya Kobanê sînor girt, çûna wan asteng kir. Ji bo li himber çekên giran yê DAIŞ’ê derbasbûna pêwistiya wan ya alavan tê astengkirin.”
Divê Tirkiye vê boçûna tirsnaq bibîne
Bronson di dawiya nivîsa xwe de,
bal kişand ser bûyerên ji bo protestoya Kobanê ku li Tirkiye û dinyayê çêbûne, divê Tirkiye bi lezgînî vê boçûna tirsnaq bibîne û banga ji bo ku kurd xwe biparêzin û alavên pêwistiyên wan bê tedarîkkirin kir.
Richard Branson Kî ye?
Di bin sîwana Virgin Group de, di serî de sektorên ragihandin û veguheziyê 400 şirket hene. Cichard bronsonê ku di sala 1950’î de li Loddonê hatiye dinyayê, serokê rêveberiyê û avakarê Virgin Grop’ê ye. Di listeya Forbes de wekî dewlemendê heri mezin yê 6’ân li İngilîztanê cih girtiye. Tê gumankirin ku serweta wî li dora 5 milyar Sterlîn e.
Serkeftina xwe ya pêşî hê 16 salî bû bi derxistina kovara Student bi dest xist. Di sala 1971’ê de maxazeya Virgin Megastore ku aniha bûye zincîr vekir. Markeya Virgin di salên 1980’ê de di demek pir kurt de mezin bû. Bi heman sitratejiyê bi navê Virgin Atlantic Airways şirketa Balafiran û şirketa muzîkê ya bi navê Virgin Records mezin kir.
Werger ji TELGRAF (Rojnameya ku li Brîtanya dedikeve).

Rewanbej