Serrûpel Nûçe “Eshabên pêxember jî jin difrotin“

“Eshabên pêxember jî jin difrotin“

Belav bike

Li gorî agahiyên kurdên êzîdî, piştî êrişa DAIŞê li ser navçeya Şingalê, bi hezaran keç û jinên êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin revandin û firotin.

DAIŞê bêdengiya xwe li hemberî wê yekê şikan û di govara xwe ya fermî de li firotina wan keç û jinan mikur hat.

Govara Dabiq ku hejmara wê ya yekê bi zimanê îngilîzî derket, behsa revandina jinên kurdên êzîdî dike û wan keç û jinan wek “Sebaye” (xenîmet) bi nav dike. Herwiha behsa çend hêncetên şeriî dike ku rê dide wan vî karî bikin.

DAIŞ di govara xwe de dibêje: “Tiştekî normal nîne ku kêmîniya êzîdî li deşta Neynewa û li Iraq û Şamê bimîne. Me sunneta pêximberê  xwe bicih aniye ku beriya 1400 salî bi vî awayî nêzîkî kafiran dibû.”

Herwiha di wê govarê de hatiye ku, “Ev tişta ku hatiye serê êzîdiyan, li ser Mesîhî û Cihûyan nayê bicîhanîn, ji ber ku êzîdî ne ji ehlê olên asmanî ne, Mesîhî û Cihû yan divê bibin misilman yan jî ciziyê bidin.”

Ji ber vê yekê jî DAIŞ dibêje jin û zarokên êzîdiyan “destkeftên şer” in û divê wek bêbaweran mamele ligel wan bê kirin û bi ser çekdaran de bên belavkirin: “Lewma me ew keç û jin bi ser şervanên xwe yên ku di şerê Şingalê de beşdar bûn, belav kirin.”

DAIŞ herwiha li xwe mikur tê ku hejmarek ji wan jinan firotine. Govara Dabiqê wiha dibêje: “Şervanên Dewleta Îslamî wan jinan dişfroşin, wek çawa Eshaban ev yek dikir.”

Herwiha tekez dike ku, “Dayîk û zarokên wan ji hev nehatine veqetandin, ji ber ku piraniya wan jinan bûne misilman.”

Dabiq her wiha navê herêmekê ye ku dikeve nêzîkî bajarê Helebê yê Sûriyê. Di hedîsekê hatiye gotin ku li devera Dabiqê şerek di navbera Arstêşa Rûm (Rojava) û misilmana de çêbûye. Di wî şerî de misilman bi ser ketine û ev şer wek şerê qederê hatiye binavkirin.

Ji ber wê jî Berdevkê DAIŞê Ebû Mihemed Ednanî di daxuyaniyekê de gotiye ku “şerê qederê” nêzîk bûye ji ber ku “Emê êrişî Rûmê bikin û jinên wan ji xwe re bibin û wan bifroşin.”

DAIŞ hinek hêcetan tîne ji bo revandin û firotina jinên kurdên êzîdî û dibêje, ev kar li gorî Îslamê helal e, lê Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê van kiryarên DAIŞê şermezar dike û dibêje, Îslamê rêya vê yekê nedaye DAIŞê û ev yek ne li gorî Îslamê ye. Rûdaw