Navê partiya nû Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ye.
Di civîna ragihandina PAKê de ku li Hotêla Green Parkê ya Amedê hat lidarxistin, Serokê PDKa Bakur Sertaç Bûcak, Serokê Federasyona Karsazên Rojhilatbaşûr (DOGUNSÎFED) Şahîsmaîl Bedirhanoglu, Parlamenterê berê yê BDPê Osman Ozçelîk û gellek siyasetmedarên din beşdar bûn.
Serokatiya PAKê dê Mustafa Ozçelîk bike. Ozçelîk piştî civînê ji Rûdawê re axivî û got, PAK di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka kurd bi demokrasî û komara demokratîk nayê çareserkirin û wiha axivî:
“Pirsgirêka kurd bi Kurdistanê çareser dibe. Em mafê Kurdan ê dewletbûnê jî diparêzin. Eger dewlet bi çareseriyek federatîf razî nebe wê demê kurd dikarin dewleta xwe ava bikin.”
Mustafa Ozçelîk anî ziman ku li Tirkiyeyê zêdetirî 90 salan e kurd tên înkarkirin û wiha got: “PAK ji bo vê yekê hat avakirin ku ji vê înkarkirinê re bêje bes e!”
PAK dê piştî 10 rojan ji bo ku bi fermî were tomarkirin dest bi serlêdanan bike.
Hat zanîn, her çiqas hatibûn vexwendin jî lê ti rayedarekî DBDP, KCD û HDPê tevlî civîna PAKê nebibûn. Rûdaw