AVESTA KURD – Berpirsê dosya Sûriyê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku civînên ENKS û TEV DEM berdewam dikin û duh saet 12 bi şev her du alî gihiştin rêkeftinekê.
Li gor daxuyaniya Derbendî got, yek ji 3 xalên sereke ku danûstandin li ser dibû, xala Îdareya hevbeş bû, li ser wê xalê li hev kirin û sibe hevdîtin berdewam in.