Serrûpel Nûçe Serokatiya Herêmê: Ne YNK lê me çek şandin Kobanî

Serokatiya Herêmê: Ne YNK lê me çek şandin Kobanî

Belav bike

Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê sibehê şandina çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bo Kobaniyê tekez kir. Herwiha spasiya Amerîkayê kir ku bi belafirên xwe ew çek û hevkarî gihandin wî bajarî.

Piştî wê Polîtburoya YNKê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got: “Xweşbextane, îro danê sibehê zû 24 ten çek û teqemenî û dermanên giring ji aliyê YNK ve hatibû amade kirin û bi rêya hêzên asmanî yên Emerîka ve gihêştin Kobaniyê. Hêviya me ew e ku bi gihandina wan alîkariyên YNKê dergeha şandin û gihandina alîkariyan berdewam vekirî be.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî wê yekê ku bi hevkariya hêzên Amerîkayê me karî alîkariya çek û teqemeniyan ji Kobaniyê re bişînin mixabin Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek li ser vê mijarê belav kiriye û piraniya rastiyan guhertiye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha didomîn e: “Hêza Antî-teror dezgeheke ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û herdu hêzên antî-teror ên Hewlêr û Silêmaniyê çekê bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi riya Balafirgeha Hewlêrê ji Kobaniyê re şandine.”

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez dike ku, “Ew alîkariya leşkerî ya ku bi balafirên Amerîkayê ji Kobaniyê re hatiye şandin bi navê gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê hatine şandin û qet pêwist nedikir ku YNKê di vê demê de vê muzayedeyê bike.”

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin ku, “Pêwîst e ew yek bê zanîn ku hemû xelkê Kurdistanê xemxwarê Kobaniyê ne, ne tenê YNK.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Her di vê derbarê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û tê de bi awayekî eşkere tê gotin ku ew alîkariyên ku balefirên Amerîkayê gehandina Kobanê yên Herêma Kurdistanê bûne.”

Da dawiya daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye: “Hêjayê gotinê ye ew çek û teqemeniyên ku hatine şandin 21 ton bûn, hemû li Balafirxaneya Hewlêrê hatine barkirin û bi 28 paraşûtan ji Kobaniyê re hatine avêtin.” Rûdaw