Di civînekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî amade bûn, rewşa nuha ya Îraqê û herêma Kurdistanê û deverê bi giştî û metirsiya rêxistina terorîstiya DAÎŞ gotûbêj kirin. Civînê behsa hewilên terorîstan bo sudwergirtin ji neft û çavkaniyên enerjiyê li Îraqê kir û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, divê hemû rê li pêşiya DAÎŞ bên giritn daku nikaribe bazirganiyê bi neftê bike.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa hewil û xebatên berdewam yên sazî û aliyên peywendîdarên hikûmetê yên di warê rêgirtin li bazirganîkirin bi neftê ji aliyê terorîstan ve kir û diyar kir ku, ji bo wê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyeke bala ji wezîrê pêşmerge, wezîrê navxwe, wezîrê samanên xwezayî û asayîşa giştî pêkanîye û gelek bi hûrî çavdêriya wê dosyeyê dikin û ji bo rûbirûbûn û rêgirtin li bazirganîkirin bi neftê ji aliyê DAÎŞ ve, wê komîteyê tedbîrên baş girtine.
Pirosesa siyasî li Îraqê û giringiya beşdariya herêma Kurdistanê di kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî de mijarek din a civînê bû û di vî warî de şandeya mêvan li hember destbikarbûna wezîrên kurd li Bexdayê kêfxeşiya xwe nîşan da û hêvî kir ku beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta Bexdayê de hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û hevahengiya Amerîkayê kir ku, berdewam ji bona çareserkirina pirsgirêkan alîkariyê dikin. Barzanî careke din tekîd kir ku, herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirs û pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareser kirin û hemû mafên destûriyên herêma Kurdistanê bi cî bên.