Di vê derbarê de, çavkaniyeke agahdar ji BasNewsê re aşkere kir ku, aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê dest bi amadekariyan kirine ji bo vegera wan bo Rojavayê Kurdistanê û ji sibe Pêncşemê ve wê dest bi vegeryanê bikin.
Heman çavkaniyê got:“Vegera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û serkirdeyên wê, xaleke rêkeftina wan ligel Tevgera Civaka Demokartîk TEV-DEM`ê û wê li wir Navendeke Biryara Siyasî pêkbînin“.
Wek tê zanîn, Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKS û Tevgera Civaka Demuktartîk TEV-DEM`ê li bajarê Dihokê di 22 vê mehê de li ser 3 xalan rêkeftin û ew ji xala avakirina lêvegera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û rêvbiriya siyasia hevbeş û hêza leşkerî ya hevbeş rêkeftinek îmzekirin. BAS