Serrûpel Nûçe Hevpeyvînek ligel romanivîs Jan Dost

Hevpeyvînek ligel romanivîs Jan Dost

Belav bike


Di van rojên dawîn de ewrên reş ji asmanê Kurdistanê kêm nabin. Piştî bûyera Şengalê, ya Kobanê jî bi ser de hat. Sêsed gundên Kobanê vala bûn. Xelkê wan gundan, jin, zarok, kal û pîran careke din da ser rêya nediyariyê. Mal û samanê ku bi halê feqîriyê dabûne ser hev jî teslîmî bextê qederê kirin. Lê ruwalên wan bedena xwe kirin sîper, sînga xwe kirin çeper û bi xwîna xwe ya pîroz bergiriya welatê bav û kalan dikin.

Hêza mezin a terorîstan ku artêşên du dewletan têk birine, li hemberî cesaret û cengaweriya lehengên Kurd, şikestin li ser şikestinê dixwin. Di her êrişê de têk diçin û paşvedikişin. Xortên Kurd, careke din rûpelên dîrokê yên reş spî dikin û rûmeta mirovahiyê di xaka Kurdistanê de diparêzin. Bi ruhekî Kurdperwerî, berxwedaneke dîrokî û bêhempa didin. Li aliyekî jî nakokî û lihevnekirina partî û hêzên Kurd bûye sedema pêşketin û çûyîna DAIŞê bi  ser Kobanê de.

Me xwest bi vê dîdarê li gel Şair, Romannivîs û Nivîskarê Kurd û kurê Kobanê Jan Dost, awirekî bidin ser vî bajarê berxwedêr.  Herwiha me xwest wekî rewşenbîrekî Binxetê rêçare û pêşeroja wî perçê welat hinekî hilsengînin…  Bi hêviya ku sûdewer û berhemdêr be…

Hûn Kobanê ji her kesî zêdetir nas dikin. Sedem çi bû terorîstên DAIŞê berê xwe dane vî bajarî?

Kobanê kelemek bû di rêya berfirehkirina dewleta DAIŞê de.  Divabû Kobanê ji ortê rabibûya da ku her du aliyên dewleta wan, ji Rojava ve Cerablûs û ji Rojhilat ve jî Til Ebyed (Girê Spî) bighînin hev û Kurd ji ortê derkevin. Sebebekî din jî heye ku tiliya Tirkan li wê herêmê gellekî digere û bandora wan pir e. Nedûr e ku planek veşartî  hebe.

Gelo mumkin bû ku Kurdan ji berê ve tevdîra xwe stendiba û rê li ber êrişên derveyî girtiba?

Erê mumkin bû. Ji xwe Hikûmeta Herêma Kurdistanê kurdên Rojavayê Kurdistanê anîbûn ba xwe û “Peymana Hewlêrê” îmze kiribûn. Lê mixabin ew peyman pêk nehat… ew peyman ji hêla PYDê ve binpê bû û hêzên siyasî ji meydanê hatin dûrxistin. Tevgera ciwanên Kurdan ku gellekî çalak bû, hilweşiya.  Lawazî kete civakê. Bi deh hezaran ciwan û xort ji Rojava derketin. Rêvebiriya kantonan tedbîrê ciddî nestandin.

Sedemê pêşdeçûna terorîstan li Rojava, bihêzbûna wan e yan aloziyên di navbera hêzên Kurd de ye? Neliheviya mala Kurdan bandoreke çawa li ser vê rewşê kiriye?

Hem bihêzbûna DAIŞê hem jî lawaziya Kurdan sebebê pêşdeçûna terorîstan e.Lê em jibîr nekin ku tiliyên dewletên cîran jî rola xwe lîstin. Rêjîma Sûrî bi xwe jî roleke pîs lîst. Heke Kurd li hevbana mala wan dê xurt bûya. Naveroka kantonan divê bi hevîrê lihevkirinê hatiba strandin. Mixabin yekrengî û yekdengî serdest bû.Vê jî hişt ku beşeke mezin ji tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li derveyî biryaran bimîne. Kobanê, bû dersek ku ti carî hêzeke tenê nikare ne welatan ava bike ne jî sînoran biparêze. Bêtirî 300 gund di navbera du sê rojan de çûn! Gelo ev pirs divê neyê kirin ji wan kesên ku ew gund bi tena serê xwe diparastin?

Ji vir û pê de wê çi biqewime? Bajar xerabû, bi sedhezaran koçkir, derbederbûn, tebîetê zirareke mezin dît, li pêşerojê çi dixuyê?

Bi dîtina min heta 50 salî jî rewşa Kobanê nema tê ser hev, nêzîkî sêsed hezar kes ji malên xwe derketin, zevî bê çandinî man mal û milk nema pez û sewal talan bûn, kê çi hebû berda, mal û binyad wêran bûn û şer hin jî berdewam e kes nizane kengî radiweste. Bi ya Tirkî be dê Kobanê bike makîneya mirinê, li xweşa Emerîka jî diçe…

Wekî em dixwazin cenabê we hestên xwe derbibire. Bandora rewşê li ser hisîyatên we û derûniya we çiye?

Ê min tenê heşt xûşk û çar bira koçber bûne. Metên min, amojin, ap, pismam û dotmam bi dehan in.Jimara wan nizanim lê malbata me yek jî nemaye.Wek hemû Kobaniyan tev de belav bûne. Ji Hewlêrê heta Stenbolê çûne.Ez pir xemgîn im. Pê dihisim ku stirî di ruhê min re diçin, pê dihisim ku dilê min ketiye nav qîlên dirindeyekî mezin.Xewa min pirr kêm bûye, hestên xwe nikarim derbibirim. Her roj li dîmênên wêranbûna Kobanê temaşe dikim, li berxwedanê temaşe dikim û diêşim. Carcaran digrîm jî bi çolan dikevim.Pê dihisim ku pûç im, kerr û lal im. Nizanim, tiştekî wisa zahmet dê tunebe.Ez nikarim bi ti tiştî re miqayese bikim.

Hevpeyvîn: Abdulhakim Gunaydın / Rûdaw